ROJEVA 8’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-Geşedanên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re, wê bên şopandin.

-Mitînga Aştî û Azadiyê ya ku wê li Amedê bê lidarxistin, wê bê şopandin.

- Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku divê hemû Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava piştevaniyê raber bikin û banga xwedîderketina li Rojava kirin.

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Wê çalakiyên di çarçoveya Meşa Dirêj de bên şopandin ku ji bo bal bê kişandina ser esareta 26 salan Rêber Apo, 26 rojan bi 26 kesan tê lidarxistin.

-Çalakiyên xizmên windayan û girtiyên ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, wê bên şopandin.

- Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê di 30’ê Cotmehê de hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê kirin.

-Aktîvîsta Kongreya Îslama Demokratîk Hatîce Kavran destnîşan kir ku komên cîhadîst ên Tirkiyeyê, bi rengekî sîstematîk jinên Kurd hedef digirin û diyar kir ku berxwedana jinan ev yek derbas kiriye û veguheriye tevgereke civakî û îdeolojîk.