Nûçegîhana JinNewsê Oznûr Deger hat girtin
Nûçegîhana JinNewsê Oznûr Deger ku li Mêrdînê di saetên sibehê de bi serdegirtinên malan hate binçavkirin, bi îdiyaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Nûçegîhana JinNewsê Oznûr Deger ku li Mêrdînê di saetên sibehê de bi serdegirtinên malan hate binçavkirin, bi îdiyaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Nûçegîhana JinNewsê Oznûr Deger jî di nav de Mîthan Yilmaz, Lokman Aslan, Ziynet Algan û Hîlal Çelîk li navçeya Qoser a Mêrdînê îro di serdegirtin malan de bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Oznur Deger ku berovajî hat kelepçekirin û binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin. Oznur Deger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin.
Dadgeriyê ku îfadeya Oznûr Deger girt, biryara girtinê da. Oznûr Deger dema ji salonê hat derxistin, biryara girtinê bi dirûşmeya ‘Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ protesto kir. Devê Deger ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Mîthan Yilmaz, Lokman Aslan piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan. Ziynet Algan û Hîlal Çelîk jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamevan Oznûr Deger şandin girtîgehê.