Di hevdîtina gel de peyama Rêber Apo hat silavkirin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku dewletê bi polîtîlkayên xwe nekariye berxwedana gelê Kurd bişkîne û hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo silav kir.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku dewletê bi polîtîlkayên xwe nekariye berxwedana gelê Kurd bişkîne û hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo silav kir.
Civînên “Aştiya Civakî û Hevdîtinên Azadiyê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya peyamên Rêber Apo ên di hevdîtinên dawî de da destpêkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyê de li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Bagcilara Stenbolê civîna gel hate lidarxistin. Gelek kes eleqeyekî mezin nîşanî civîna gel kir. Di civînê de nîqaşên derbarê hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoyê hatin kirin. Civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘NEKARÎN BERXWEDANA GELÊ KURD BIŞKÎNIN’
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz di civînê de axivî û anî ziman ew ji demeke pir girîng derbas dibin û bilêv kir ku ev pêvajo hem wê çarenûsa gelê Kurd hem jî ya gelên Rojhilata Navîn biguherîne. Guleryuz wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘’Her kes mereq dike bê ka çi diqewime. Em hêvî dikin ku wê heya çend rojan li gel daxuyaniya ku wê ji aliyê Birêz Ocalan ve bê dayîn, ev mereqên me û atmosfera têkildarî pêkhatina çareseriyê wê bi serkeftinê bi encam bibin. Her kes dipirse ku gelo van hevdîtinan çawa dest pê kirine, çima dest pê kirine, gelo hinekan serê xwe li dîwaran xistine û biryara demokratbûnê dane û ji Kurdan hez kirine. Bersiva yekem ya van pirsan berxwedana me ye. Ev encama berxwedana sed salî ya li Kurdistanê û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê keda me hemûyan di vê yekê de heye. Tu kesî serê xwe li dîwaran nexist û tu kesî ji nişka ve biryar neda ku ji Kurdan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hez bike. Ev encama berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.’’
Guleryuz diyar kir ku dewletê nekarî bi polîtikaya xwe ya ‘yekperest û xwe dispêre înkarê’’ berxwedana gelê Kurd bişkîne û ev yek anîn ziman: ‘’Dewletê bi awayekî zelal dît ku tevî hemû zext û zordariya xwe jî nikare vê berxwedanê têk bibe. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav Rojava ye. Li Rojava tişta herî girîng berxwedana gelê me ya hevpar ya li dijî paşverûtiyê ye. Ji ber wê yekê em Şoreşa Rojava weke şoreşa gelan a hevpar pênase dikin. Li vir dest pê kir û belav bû seranserê cîhanê. Modeleke ku ji hemû cîhanê re bibe mînak hate avakirin.’’
PEYAMA RÊBER APO HATE SILAVKIRIN
Guleryuz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên Îmraliyê û got: ‘’Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de wiha gotiye; ‘Em amade ne, em ji çareseriya civakî û felsefeya pêkvejiyanê re amade ne. Em ji avakirina neteweyeke demokratîk, çand û felsefeya pêkvejiyana gelan re amade ne û bila dewlet biryara xwe bide.’ Em ji weke demokrat, sosyalîst, gelê Kurd û welatparêz ji bo aşitî, jiyana hevpar û pêkvejiyam amade ne. Gelo hûn jî amade ne? Eê ji vir bang li civaka Tirkiyeyê dikin; Rayedarên Tirkiyeyê gelo hûn jî amade ne ku em xwe ji vî şerî , ji vê bêedaletî, xizanî û jinavçûna civakî rizgar bikin? Em amade ne. Em dubare dikin ku piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan ya ji bo aşitiyê.’’
Pişte beşdarvanên civînê nirxandinên xwe anîn ziman.