Li Edeneyê yek jê zarok 3 kes hatin girtin

Li Edeneyê şeva 5’ê Sibatê di encama serdegirtina malan de yek jê zarok 3 kes hatibûn binçavkirin.

Li Edeneyê şeva 5’ê Sibatê di encama serdegirtina malan de welatiyên navê Demhat Saglam, Ûmût Dîcle û zarokê bi navê M.F. ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.

Piştî kiryarên li Midûriyeta Ewlehiyê Demhat Saglam, Ûmût Dîcle û zarokê bi navê M.F. ji Edliyeya Edeneyê re hatin sewqkirin.

Li Dozgeriyê îfadeya Saglam, Dîcle û M.F. hate girtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “hilgirtina amûrên teqemeniyê” bi daxwaza girtinê ji Dadgeha Cezayî ya Edeneyê re hatin sewqkirin.

Dadgeriyê bi heman hincetê derheqê Saglam, Dîcle û M.F. de biryara girtinê da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Demhat Saglam di sala 2023’yan de jî ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin û polîsan çewal xistibûn serê Saglam û êşkence lê kiribû.