Rojnamevan Oznûr Deger: Me serî li hemberî bêexlaqî û faşîzmê ne tewand

Rojnamevan Oznûr Deger ku di serdegirtina malê de bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin peyama, “Me serî li hemberî vê bêexlaqiyê û faşîzmê ne tewand. Roj roja bilindkirina dengê heqîqetê ye” da.

Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê siharê di serdegirtina malê de bi êşkenceyê hate binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hate gitin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê bi parêzer Alî Kahraman û Seher Acay re hevdîtin kir. 

Oznûr Deger ragihand ku rewşa wê baş e û bi rêya parêzerên xwe peyam ji raya giştî re şand. 

Oznûr Deger di peyama xwe de destnîşan kir ku bi hinceta parvekirinên xwe yên derbarê rojnamevan Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hatiye girtin û wiha got: “Em ê bi pênûsa Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên ku li dijî pergala tarî ronahiyê, li dijî înkarê heqîqetê, li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê azadiyê parastin, li dijî faşîzmê bibin qirîna heqîqetê. Ev operasyoneke tolhildanê bû. Lê me serî li hemberî vê bêexlaqiyê û faşîzmê ne tewand. Bila ev jî ji wan re bibe derd. Roj roja bilindkirina dengê heqîqetê ye. Bi silav û hezkirinên xwe.”