'Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava pratîka hilweşîner a topyekûn e'

Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser sivîlên li Sûriyeyê veguheriye polîtîkayeke îmhayê ya bi rêk û pêk û got, komkujiyên li derdora Bendava Tişrînê parçeyek ji pratîka hilweşînê ya topyekûn e.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA

Ji Beşa Zanistên Civakê û Mirov a Navneteweyî ya Zanîngeha Nagasaki Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz ji ANF'ê re axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bandora van êrîşan a li ser astengkirina aştiya herêmî nirxand.

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz anî ziman ku rewşa heyî ya Sûriyeyê û rewşa siyasî-civakî ya Kurdan divê di çarçoveya stratejiyên hêzên global, pêvajoyên dîrokî yên li herêmê bê nirxandin û got, Kurdan bi destketiyên xwe yên siyasî û civakî hem tevlî hevsengiyên herêmî bû hem jî bûn aktorên navneteweyî.

Prof. Gulbeyaz êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan weke sedema herî bingehîn a nearamiya siyasî û civakî ıya li herêmê nirxand û got, "Bi rêya van êrîşan ne tenê dixwazin derbê li modela herêmên rêveberiya xweser ên Kurdan bixe, her wiha dixwazin derbê li pêwendiyên navbera herêman bixe, qadên danûstandinê yên navendên biryardana siyasî yên Sûriyeyê û Kurdan teng bike, bi vî rengî derfetê çareseriya siyasî ya li nava Sûriyeyê îmha bike."

Gulbeyaz ragihand ku polîtîkaya dewletên rojavayî ya têkildarî Kurdan bi temamî xwe dispêre hesabên berjewendiyan û ev piştgirî jî bi hevsengiyên stratejîk ve girêdayî ye.

Prof. Gulbeyaz destnîşan kir ku ji bo Kurdên li Sûriyeyê û çareseriya giştî jî bi konfederasyona demokratîk dibe û bi dewamî got, "Çareseriya herî maqûl û dûrî ji rijandina xwînê bêguman çareseriya konfederasyona demokratîk e. Bi dîtina min wê di vê çarçoveyê de gavên mayinde bêne avêtin."

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê jî Prof. Gulbeyaz anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê nîşaneya bernameyekê ye ku ji damezrandina komarê û vir ve neguherî ye û got, "Tecrûbeyên destpêkê û kokên fikrî yên bernameya guhertina demografiya herêmê xwe dispêre dema damezrandina komarê. Ev endezyariya demografiyê bi giranî bi rêyên îmhaya fîzîkî, komkujî, kuştin, bêmilkhiştin, desteserkirina organîzeyî û bi rêk û pêk, destdirêjiya bênavber, koça bi zordarî, kêmkirina demografîk, polîtîkayên penaberiyê yên li ser komên civakî yên cuda tê meşandin. Ev rewş bêguman atmosfera siyasî civakî ya li herêmê bi jehr dike. Ji xwe nêta wan jî ev e."

Prof. Abdurrahman Gulbeyaz bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên li derdora Bendava Tişrînê û komkujiyên li ser sivîlan nirxand û got, "Tirkiye li dijî Kurdan bi taybetî jî li hemberî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tundiyeke li derveyî kontrolê dike ku îzahateke rasyonel a vê yekê nîne. Ne tenê Kurdan her wiha dixwaze heywan, daristan, xweza û cografya van mirovan jî talan bike."

Prof. Gulbeyaz destnîşan kir ku Kurd li her eniya ku êrîş li dijî wan tê kirin, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin û wê berxwedana xwe dewam bikin.