ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyên jin kampanya aştiyê silav kirin
29 girtiyên li Girtîgeha Girtî ıya Jinan a Bunyanê kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' silav kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Eyn Îsa, Girê Spî û Bendava Tişrînê barand. -
Rapora OHD’ê ya qeyûman: Mafê mîlyonek û 777 hezar hilbijêr hatin binpêkirin
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) rapora xwe ya berfireh a der barê 9 şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin bi raya giştî re parve kir. -
3 partiyan desteserkirina şaredariyan li ber wezaretê şermezar kirin
DEM Partî, CHP û Partiya Rêya Nû, darbeya qeyûm li ber Wezareta Karên Hundir şermezar kirin. Çelenga reş li pêşiya wezaretê hate danîn. -
Wekîla berê ya HDP'ê Dersîm Dag hate binçavkirin
Wekîla berê ya Amedê ya ji HDP'ê Dersîm Dag li Stenbolê hate binçavkirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke din kirin. -
Li Bûrsayê wesayita faşîstekî hate şewitandin
Milîsên Partîzan Amed ên HBDH'ê ragihandin ku li Bûrsayê agir berdan wesayita faşîstekî. -
'Hewl didin me bi rejîma qeyûm û OHAL'ê bi rê ve bibin'
Perîhan Koca diyar kir ku ev 20 roj in li dijî dagirkerê di bin navê qeyûm de tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin çalakiyan dikin û tayînkirina qeyûmê ji bo Şaredariya Sêrtê weke dewamiya hewldanên mayîndekirina rejîma zextê nirxand. -
Rojnamevan Suat Toktaş hate girtin
Rojnamevan Suat Toktaş piştî sewkî dadgehê kirin, dadgeh biryara girtina wî da. Bariş Pehlîvan û Kurşad Oguz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KNK: Divê demildest êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin
KNK’ê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û bang li hêzên navneteweyî kir rê li ber van êrîşên hovane bigrin. -
Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir
Serokê HTŞ’ê Ebû Muhammed Colanî xwe weke serokdewletê Sûriyeyê îlan kir. -
52 baroyan bertek nîşanî zextên li ser rojnamevanan da
52 baroyan dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heta niha 15 rojnamevan hatine girtin û gotin: “Gefa darazê ya li ser rojnamevanan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke mezin e.” -
Seda Selek û Serhan Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker ku di çarçoceya lêpirsîna Halk Tv’yê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Girtiyên PKK'yî: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Girtiyên ji doza PKK'ê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gotin, "Em azadiya fîzîkî û ewlehiya Rêber Apo dixwazin." -
Nerazîbûna li dijî xespa îradeyê
Nerazîbûnên li dijî desteserkirina wezîfeya Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, didomin. -
DEM Partî: Em bang li her kesî dikin; li dijî feraseta darbekar bibin yek
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Sêrtê da û got, "Em bang li her kesî dikin: li dijî vê feraseta darbekar bibin yek." -
Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê li dijî darbekaran berxwedanê mezin bikin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê li dijî darbeya qeyûm daxuyanî dan û gotin, “Xesp nîşaneya hilweşîna siyasî jî ye. Em ê li dijî darbekaran berxwedana xwe mezin bikin.” -
Biraziyê Ahmet Turk di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Huseyîn Rêber Turk li Mersînê di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. -
'Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jli Tirkiye û Rojhilata Navîn û aşîtiyeke mayînde rola Rêber Apo xwedî giringiyeke jiyanî ye û azadiya Rêber Apo dê tevkariyên giring li vê pêvajoyê bike. -
Qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hate kirin
Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê hate xespkirin. -
Firat: Ji aliyekî ve banga aştiyê dikin, li aliyê din jî bombeyan li qadên sivîl dibarînin
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve banga 'aştiyê' dike, li aliyê din jî komkujiyan tîne serê sivîlan. -
ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di lêpirsîna Halk Tv'yê de 3 rojnamevan hatin binçavkirin
Rojnamevan Bariş Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker û pêşkêşvana Halk TV Seda Selek di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin -
Şaredarê 8’an ê Romayê piştî ji Rojava vegeriya li Stenbolê hate binçavkirin
Şaredarê 8’an ê Romayê Amadeo Ciaccheri piştî ji pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Kobanê vegeriya li Stenbolê hate binçavkirin. Ciaccheri piştî rayedarên Îtalyayê ketin dewrê hate berdan.