Gardiyanan milê Ferhat Mûsa yê girtî şikandin

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Hejmara 1'emîn a Sîncanê, gardiyanan bi êşkenceyê milê girtî Ferhat Mûsa şikandin ku ji Başûrê Kurdistanê ye.

Bager Sayak ê li heman girtîgehê tê hiştin, roja 18'ê Adarê bi telefonê li malbata xwe geriya û li ser êrîşê agahî da.

Sayak diyar kir ku heyetek ji parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sagyîgît û Omer Farûk Gergerlîoglû û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) di 12'ê Adarê de serdana girtîgehê kir.

Bager Sayak anî ziman ku heman rojê gardiyanan êrîş birin ser Ferhat Mûsa yê girtî yê ji Başûrê Kurdistanê.

Hate ragihandin ku Mûsa diçû ji bo axaftina bi telefonê, lê belê di encama êrîşa gardiyanan de milê wî şikest.

Sayak diyar kir ku li hemberî êşkenceyê girtiyan dest bi boykotên 'lêdana li derî' û 'wernegirtina xwarinê' kirin.