Li Stenbolê çalakî û civîn hatin qedexekirin
Walitiya Stenbolê diyar kir ku di navbera rojên 19-23’ê Adarê li bajêr hemû civîn, daxuyanî û çalakî hatine qedexekirin.
Walitiya Stenbolê diyar kir ku di navbera rojên 19-23’ê Adarê li bajêr hemû civîn, daxuyanî û çalakî hatine qedexekirin.
Piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû Walitiya Stenbolê li hemberî protestoyên ku dibe çêbibin biryara qedexeyê çalakiyan girt.
Walitiyê di daxuyaniya xwe de got, “li tevahî bajêr ji bo ewlekariya rayagiştî bê pêkanîn û pêşî lê girtina provakasyonan di rojên navbera 19 û 23’ê Adarê de hemû civîn, daxuyanî û çalakî hatine qedexekirin.”