ROJEVA 20'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kongreyeke Rêber Apo lê ne amade be, wê nikaribe biryara çekdanînê werbigire û got, "Yekane kesê ku karibe vê bide kirin Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bi PKK'ê bide wergirtin."

Pîrozbahiyên Newrozê di serî de Êlih, Riha, Sêrt, Mêrdîn û Dersimê wê îro li 14 bajaran pêk werin.

Bûyerên piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû wê bêne şopandin.

Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê ji eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Li hemberî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin û agirê Newrozê geş bikin."

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku beşdarî Newrozê bibin.