Dozgerî ji bo binçavkirina Îmamoglû hincetek nû raber kir

Dozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî binçavkirina Ekrem Îmamoglû û hin rêveberên şaredariyê daxuyaniyeke din da.

Di daxuyaniya destpêkê de hinceta binçavkirinê wek, “ji bo berjewendiyan rêxistina sûc avakirin” hatibû nîşan dan. Di daxuyaniya duyemîn de jî wek, “pêywendiyên KCK’ê” û “lihevhatina bajêr” hate raberkirin.

Dozgerî îdîa kir ku Îmamoglû bi xebatên “lihevkirina bajêr” alîkariya rêxistinê kiriye û hinceta binçavkirinê spart vê îdîayê.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê û şaredariyên hin navçeyan bi rêxistinê re girêdayî ne.

Dozgerî ragihand ku di 19’ê Adarê 2025’an de serê sibehê operasyonên hemwext hatine kirin.