Qendîl ji bo Newrozê amade ye

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qendîlê ragihand ku amadekarî temam bûne û bang li gelê Kurd kir ku beşdarî Newroza li Qendîlê bibe.

Newroza Qendîlê mîna salên derbasbûyî wê di 21'ê Adarê de li gundê Endzê yê Binarê Qendîlê bê pîrozkirin.

Tê payin ku bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bibin û amadekariyên wê temam bûne.

Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rojnewsê re axivî û got, "Ji bo Newroza îsal di nava her şert û mercî de bê pîrozkirin hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin. Her wiha amadekariyên li qada Newrozê temam bûn."

Dilşêr got, "Ji bo bicihanîna şêniyan hemû amadekariyên me temam bûne. Em li bendê ne ku pîrozbahiya îsal a Newrozê ya Qendîlê gelekî bi xurtî derbas bibe. Bi wesîleya banga dîrokî ya Rêber Apo Newroza îsal wê li gorî salên derbasbûyî hîn bi coş û cuda bê pîrozkirin."