Ozgur Ozel: Roja Yekşemê rabin ser piyan

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bang li sed hezaran kesên ku li Saraçhaneyê li hev civiyan kir û got: "Roja Yekşemê rabin ser piyan. Rabin û vî welatî rizgar bikin.”

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û kesên pê re di saetên siharê de hatin binçavkirin, bi sed hezaran kes li Saraçhaneyê ku Şaredariya Bajarê Mezin lê ye li hev civiyan.
Girseyê dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Hikûmet îstîfa”, “Roj were wê AKP hesab bide gel” û “Tayîp îstîfa” berzkirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li vir xîtabî girseyê kir û got: “Navê bûyera ku ji duh ve diqewime heye. Ev hewldana darbeyê ye.”

Ozel diyar kir ku Destûra Bingehîn ku her roj bêfonksiyon tê hiştin bi temamî hatiye rawestandin û bang gel kir ku roja Yekşemê rabin ser piyan û got: “Rabin û vî welatî rizgar bikin.”