Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin
Şaredarê Stenbolê ya bajarê mezin Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin
Şaredarê Stenbolê ya bajarê mezin Ekrem Îmamoglû hate binçavkirin
Hate ragihandin ku Ekrem Îmamoglû yê ku dîplomayê wî hatibû betalkirin û Şaredarê CHP’ê yê Stenbolê bû hatiye binçavkirin
Parlementerê CHP’ê gokhan Gunaydin ji hesabê xwe yê medyayê dîjîtal got, “div an kêliyan de têra 20 seyareyan polîs hatiye ber malê Ekrem Îmamoglû”
Dema Ekrem Îmamoglû dihat binçavkirin peyamekî bi dîmen parve kir. Îmamoglû di peyama xwe de got, “eqlê ku dixwaze vîna gelê me xesp bike polîsên me jî ji vê re kiriye amûr û hatiye ber deriye 16 milyon Stenbolî. Em bi hovitiyeke mezin re rû bi rû ne. Lê divê hûn bizanibin ku ez ê dev jê bernedim. Ez we hemûyan pir hez dikim, xwe emanete gelê xwe dikim. Li hemberî wî kesî û eqlê wî yê ku vê pêvajoyê wek aparat bikar tîne têkoşîna xwe bidomînim.
JI DOZGERIYÊ DAXUYANÎ
Dozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ragihand ku Îmamoglû ji sûcên, “revêberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistinê”, “ruşwet”, “nerêlitî”, “fesadî tevlî îhaleyan kirin” û “daneyên şexsî dervayî hiqûqê bidest xistinê” hatiye binçav kirin.