Rageşî û aloziya li Şengalê dewam dike

Xelkê Şengalê ji bo êrîşa artêşa Iraqê ya li ser şervanên YBŞ'ê şermezar bike li hev kom bû û xwest bimeşe. Ji ber ku li benda kontrolê ya artêşa Iraqê hate astengkirin, rageşiyê destpê kir û hîn jî dewam dike.

LI ŞENGALÊ ALOZÎ

Artêşa Iraqê doh bi şev li taxa Yermûkê ya li navenda bajarê Şengalê kemîn danî pêşiya wesayitek ku şervanên YBŞ'ê tê de bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ'ê ragihand ku di bûyerê de 3 şervan birîndar bûn ku rewşa yek ji wan giran bû.

Artêşa Iraqê piştî êrîşê hêzeke giran a leşkerî şand navenda Şengalê. Rageşiya li herêmê û rewşa awarte dewam dike.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldanên provokasyonê yê hêzên Iraqê xwest bi konvoyê ji quntara Çiyayê Şengalê ji Serdeştê derbasî navenda bajarê Şengalê bibe. Lê belê konvoy di navbera Çilmêran û Şengalê de li benda kontrolê ya artêşa Iraqê ya bi navê 'Amûd' hate astengkirin.

Xelk û ciwanên Şengalê bi dirûşma 'Bijî Berxwedana YBŞ'ê' bersivê dide hewldana provokasyonê ya artêşa Iraqê. Rageşiya navbera gel û artêşê dewam dike. Leşkerên Iraqê derbasî pêşiya jin û dayikan dibin û dixwazin gel bi çekan bitirsînin.