‘Divê tavilê ji bo Abdullah Ocalan şert û merc bên avakirin’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî bi hevserokên bajaran re civiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ji bo nirxandina geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û diyarkirina nexşerêyê civiyane. Tulay Hatîmogûllari, got ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê gelek girseyî debas bûn moral û motîvasyona zêde bandor li meşa Amarayê jî kiriye.
Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Hem di 8’ê Adarê de hem jî li Amarayê daxwaza hevpar a gelan, azadiya birêz Abdullah Ocalan bû. Peyama sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan pir xurt hate dayin. Xwedîderketineke mezin hebû. Bi milyonan kesên daketin qadên Newrozê, bang li dewletê kirin ku bersiva banga aştî û civaka demokratîk bide û gavan biavêje. Me bi hev re got ku piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Lê mixabin îktîdarê hêj gavên şênber neavêtiye. Hem li hundir hem jî li derveyî welat hemû derdor xwedî li bangê derketin û xwestin dewlet gavan biavêje lê hêj gavên şênber nehatine avêtin.
6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin e. Di şexsê Mûsa Anter, Ugur Mumcu, Hrant Dînk, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe, Kadrî Bagdu, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hemû rojnamegerên hatine qetilkirin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Rojnameger, di serî de mafê me yê agahîgirtinê diparêzin. Pênûs û klavyayên azad ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bi şev û roj xebitîn û bedel dan. Bedela herî giran bi jiyana xwe dan. Bila soza me be ku dê ew pênûs û klavye neşikên.
Li seranserî cîhanê aloziyên jeopolîtîk zêde dibin. Mixabin geşedanên nû û rejîmên zordest, di serî de gelên Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan vedişêre. Pêvajoya ku di 7’ê Îlonê bi dagirkirina Filistînê ji hêla Îsraîlê ve dest pê kir, bi şerê Rûsya-Ûkraynayê, bi geşedanên li Lubnan, Iraq, Yemen û herî dawî Sûriyeyê didomin. Ev jî yekser bandorê li Tirkiyeyê dikin. Trump, bi daxuyaniya dawî re şerê bazirganiyê derxist qonaxeke nû ku gelek xetere ye. Em bi geşedanên ku dê ji hêla aborî, leşkerî, siyasî û civakî ve bandorê li tevahiya cîhanê bikin re rû bi rû ne.
Em di erefeya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Îxtîmala ku şer li seranserî cîhanê belav bibe zeîf nîne. Em dibînin ku welatên Ewropayê di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de paş dikevin û ev gelek xetere ye. Yek ji xetereya herî mezin jî ew e ku welatên Ewropayê jî di nav de li seranserî cîhanê dewlet ji bo çekan budçeyeke zêde vediqetînin. Divê encamên şerekî wiha bên texmînkirin. Li hêla din divê şerekî bi çekên nukleerî jî neyê jibîrkirin ku ev yek dê rê li ber cîhaneke nema dikare jiyan lê hebe veke.
Geşedanên li Sûriyeyê yekser bandorê li me û Tirkiyeyê dikin. Geşedanên piştî guherîna rêveberiya li Şamê diqewimin, baş nînin. Êrişên ser gel û baweriyên cuda didomin. Li dijî van êrişan, em bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk re ne. Heke peymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistî li seranserî Sûriyeyê bikeve meriyetê, dê bi xwe re çareseriyên mayinde bîne. Ev yek jî dê yekser bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike.
Li Tirkiyeyê kaoseke cidî heye. Van geşedanan eleqeya xwe bi Sûriye û Rojhilata Navîn re hene. Tirkiye demekî dirêj e krîzeke aborî dijî. Ji hêla demokrasî û darazê ve jî krîzê dijî. Di demekî wiha de birêz Ocalan bang kir. Lê îktîdar û dewletê hêj baş fêm nekiriye û bersiveke xurt nedaye. Di demekî em li benda demokratîkbûnê, avêtina gavan û başkirina mercên Îmraliyê de rastî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin. Berteka gel a li dijî vê operasyonê geşedaneke gelek girîng e. Civakê nîşan da ku nêzikatiya îktîdarê ya ku diçe bêhtir otorîter dibe qebûl nake û rêya demokrasiyê nîşan da. Îktîdar li şûna ku vê fêm bike, gaz û cop bi kar anî. Ev nayê qebûlkirin. Weke DEM Partiyê em sepanên dijdemokratîk qebûl nakin. Em vê nêzikatiyê, weke sabotajeke li dijî banga aştî û civaka demokratîk dibînin. Siyaset, daraz, hiqûq û edalet di bin kavilan de ye. Em mecbûr in rizgar bikin.
Dixwazim careke din bibêjim ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin. Hem dê navê ‘guftûgoyê’ li pêvajoyê bikin hem jî dê vê pêvajoyê bêdiyalog bimeşînin. Tiştekî wiha nab e. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgo nabe. Hêvîdarin dewlet û îktîdar vê rast binirxîne. Em dibînin dema ev geşedan diqewimin banga birêz Ocalan ji bo aştiya navxweyî çiqasî girîng in. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo 85 milyon hemwelatiyan e.
Me xwe bi rêxistinkirinê gihand van rojan. Niha dema wê ye ku em vê hêza xwe derbasî qonaxa destkeftiyên bikin. Lewma pêdivî bi yekitiyên xurt heye. Bila gumana kesekî nebe ku em ê komara demokratîk wiha ava bikin. Em bi moral û motîvasyona 8’ê Adarê, Newroz û Amarayê tên û niha dora 1’ê Gulanê ye.”