Rojbûna Rêber Apo li Ermenistanê hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenistan Erîvanê 76'emîn rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li paytexta Ermenistan Erîvanê 76'emîn rojbûna Rêber Apo bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li paytexta Ermenistan Erîvanê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo şahiyek hate lidarxistin.
Di şahiyê de Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Jineka Qadir axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku 4'Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna hemû gelê Kurd e û wiha hate gotin: “Em wek gelê Kurd pir bi şans in ku xwedî Rêberekî wisa ne. Rêber Apo jiyanekî nû ji bo me ava kir, em kirin xwedî îrade û em bi dinyayê dan naskirin. Lewma em îro rojbûna gelekî pîroz dikin. Bila ev roj li hemû gelê Kurd pîroz be. Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe têkoşîna xwe didomînin. Em carek din rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd û li mirovahiyê pîroz dikin.”
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û şahî bi gerandina govendê dewam kir.