ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sıbatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku pirsgirêka Kurd, bêdengkirina çekan, fesihkirina rêxistinê ne ew mesele ne ku bi berjewendiyên ji rêzê nêzîkatî jê re bêne nîşandan û got, "Eger sozên hatine danîn bi cih neyên anîn, em ê jî bi vî rengî nesekinin."

Siyasetmedarê Îrlandayî Gerry Adams diyar kir ku banga Rêber Apo ya ji bo bêçekkirina PKK'ê 'firsendeke dîrokî' ye û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo aştiya mayinde ya navbera Tirkiye û Kurdan piştgiriyê bide vê pêvajoyê.

Gerîlayê HPG'ê Şahîn Reqa bi wesîleya rojbûna Rêber Apo hestên xwe anî ziman û bang li ciwanên Ereb kir ku Rêber Apo nas bikin, tevlî paşeroja wî bibin û xwe bigihînin heqîqetê. Avareş Reqa jî got, "Ji bo azadiya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin."

Dîrektorê Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Gîran Ozcan diyar kir ku têkiliyên Îsraîl-Tirkiyeyê kûr û stratejîk e û got, niha li Sûriyeyê potansiyeleke welê heye ku veguhere şerekî gelekî cidî.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Nîsanê li tunelên berxwedanê bi gerandina govendê û stranan pîroz kirin.

Qadên Zilan ên li Tejaneya Gola Wanê bi hatina biharê re ji nû ve têne şewitandin. Ji ber bê kontrol û bê cezakirinê, şewat her sal rû dide û gefê li jiyana xwezayî dixwe.