Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a Îranê tê ragirtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, di derbarê pêvajoya dadgehkirina xwe û nêzîkatiyên dewleta Îranê de peyamek parve kir.
Şerîfe Mihemedî, di peyama xwe de diyar kir ku berpirsên girtîgeha Lakan di roja ji dayîkbûna wê de jêre ragihandine ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Şerîfe dibêje: “Di dema lêpirsînê de di jêr êşkenceyê de xwestin ez îtirafên hatine nivîsîn îmze bikim. Lê min nepejirand, ji ber wê carek din êşkence li min hat kirin, zirer gihandin rûyê min.”
Di dewamê de Şerîfe Mihemedî dibêje, “Piştî êşkenceyê, serûçavên min reş û şîn bûn, sê mehan ez xistim di hucreya yekkesî de û ez tevlî jinên din ên girtîgehê nekirim. Di wê demê de min 14 kîlo wenda kir. Sedemê cezakirina min ew e ku zêdetirî 10 sal in endamê komîteya hemahengî û alîkariyê li gel sazî û rêxistinên karkeran im. Min hemû çalakiyên xwe bi awayek eşkere kirine.”
Di dawiyê de jî Şerîfe Mihemedî dibêje: “Ez hê jî nizanim bê ka min çi sûc kiriye ku ev cezayê neheq hatiye dayîn. Lê carek din bihar hatiye û ti zivistanek wê heta hetayî berdewam nebe. Nabe mirov di nava xem û perîşanî de bijî û çok dayne, divê mirov bi hêvî bijî.”