Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê di bin tecrîdê de, ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Ceza û Înfazê ya Îmraliyê ya dan.

Parêzeran daxwaz kirin ku bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin.

Herî dawî ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol tevlî hevdîtina 27’ê Sibatê ya di çarçoveya Şandeya Îmraliyê de hatî kirin, bû.

Beriya wê 7’ê Tebaxa 2019’an ji parêzeran Rezan Sarica û Newroz Ûysal Aslan çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin.