ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê wê werin şopandin.

Lîderê Partiya Muxafazakar a li Parlamenta Walesê ku muxalefeta bingehîn e Darren Millar diyar kir ku ew piştgiriyê didin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê hate eşkerekirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Şehîd Yekbûn Şoreş bi hevrêtiya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi jiyanê re, bi wêrekî û berxwedêriya xwe ji hevrêyên xwe re her tim bû nîşaneya têkoşîneke serketî û jiyaneke rast.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) a li ser cezayê mirinê ya salane, 
sala 2024'an hejmara kesên li cîhanê hatin darvekirin li gorî salek berê ji sedî 32 zêde bû.