‘Iraq nahêle kel û pel bikevin wargehê’

Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ragihand ku Iraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xurek belav nake, pirsgirêkên tenduristî, îdarî û yasayî yên wargehê çareser nake û nahêle kel û pel bikevin nava wargehê.

Hevserokatiya Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê zextên Hikumeta Iraqê yên li ser wargehê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Meclîsa Gel a wargehê destpêkê ragihand ku Hikumeta Iraqê li şûna pirsgirêkên wargehê çareser bike, her ku diçe pirsgirêkan kûrtir dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku zextên li ser wargehê, bi hevdîtinên vê dawiyê yên Iraq û Tirkiyeyê re zêdetir bûne û wiha tê gotin: “Tevî banga Rêber Apo ya ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtinên dewleta Tirk û Iraqê ji bo çareseriya siyasî ti xizmetek nakin, berovajiyê wê ji bo dilê hev xweş bikin zextên xwe yên ser wargehê zêde dikin. Tevî wargeha me di warê ewlekarî û îdarî de girêdayî Hikumeta Iraqê ye, lê Iraq ne amade ye pirsgirêkên xelkê wargehê yên weke tenduristî, perwerde, binesazî, îdarî û qanûnî çareser bike.”

Meclîsa Gel a Mexmûrê ragihand ku du sal in nasnameyên penaberên wargehê bi ser re derbaz bûne, li ser rêyan têne girtin û vegerandin. Hate destnîşankirin ku ji ber ku nasname dema dîroka wan derbaz bûye, mijarên îdarî jî çareser nakin, weke mînak jî qeydên zarokên ku nû ji dayîk dibin jî çênakin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek nexweşên kronîk ku di nav de nexweşên penceşêrê hene, nikarin dermanên xwe bigirin û bi nasnameya heyî biçin nexweşxaneyê.

Meclîsê bal kişand ser rewşa xwendevanên zanîngehê jî û ev tişt diyar kir: “4 sal in nahêlin xwendevanên wargehê biçin zanîngehan bixwînin û ev derfet ji wan hatiye wergirtin. Tevî Hikumeta Iraqê gelek caran soz da ku pirsgirêka xwendevanan çareser bike, lê îsal jî xwendin temam dibe û deriyê zanîngehan li xwendevanan nehate vekirin.”

Hevserokatiya Meclîsa Gel Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku her sal ji bo penaberan li seranserê Iraqê alîkarî tên belavkirin, mehên zivistanê sotemenî tê belavkirin, lê tevî hemû belgeyên pêwîst jî hene, bi salane Iraq vê alîkariyê nade wargehê. Hate ragihandin ku bi dehan projeyên av û rê yên şaredariya wargehê ên lezgîn hene ku divê bên çareserkirin, lê tevî gelek caran lijneyên Iraqê hatin û temaşe kirin jî çareser nekirin.

Meclîsa Gel herî dawî da zanîn ku bi qasî heftiyeke Iraq rê nade kel û pelên avakirinê bikevin nava wargehê.