Ji berxwedêrên Hîlwanê Çat 82 salî jiyana xwe ji dest da
Cûma Çat ku bi rengekî çalak tevlî Berxwedana Hîlwanê bû û piştî darbeya leşkerî hate girtin û êşkenceya giran lê hate kirin, 82 salî jiyana xwe ji dest da.
Cûma Çat ku bi rengekî çalak tevlî Berxwedana Hîlwanê bû û piştî darbeya leşkerî hate girtin û êşkenceya giran lê hate kirin, 82 salî jiyana xwe ji dest da.
Cûma Çat ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê hate ragirtin, li Nexweşxaneya Bajêr a Mersînê ku lê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Cûma Çat bi rengekî çalak tevlî Berxwedana Hîlwanê ya salên 1978-79'an bûbû. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê jî hate girtin, li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5 a Amedê hate bicihkirin û êşkenceyên giran lê hate kirin.
Çat demeke dirêj li Nexweşxaneya Bajêr a Mersînê dihate dermankirin.
Kadîr Çat ê ji Navenda Çandê ya Mezopotamyayê li ser medya dîjîtal ragihand ku bavê wî Cûma Çat jiyana xwe ji dest daye.
Kadîr Çat got, "Bavê min Cûma Çat ku tevlî berxwedana Hîlwanê bû û li zindana Amedê li dijî darbeya faşîs a 12'ê Îlonê li hemberî êşkenceyê li ber xwe da, koça dawî kir."
Cenazeyê Çat wê nîvro li Goristana Karadûvarê bê veşartin.