Demîrtaş: Serketin li gelan pîroz be

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, piştî serketina HDP'ê li Stenbolê daxuyanî dan.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, piştî serketina HDP'ê li Stenbolê daxuyanî dan. Demîrtaş, anî ziman ku gelên bindest bi ser ket û ev serkeftina jinê ye. Demîrtaş, ji bo projeya welatê demokratîk û hevpar a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Ocalan spas kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, piştî HDP bi ser ket civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, diyar kir ku ew di nava şertên pir dijwar û ne wekhev de kampanya hilbijartinê pêk anin û wiha got: "Ev hilbijartin, di nava şertên demokratîk û êş de pêk hatin. Di serî de me li dijî hêza Dewletê û îktîdarê bi hêza gel xebat meşand. Me li dijî êrîşên îktîdarê ji bo aştî, azadî, edalet û demokrasiyê bi gelê xwe yên bindest re serketinek mezin bi dest xist. Ji niha ve li gel û gelan pîroz be."

'KESÊN XWE BI TENÊ XWEDIYÊ TIRKİYEYÊ DÎT TÊK ÇÛN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de kesê ku xwe tenê wekî xwediyê Tirkiyeyê dibîne têk çû û gelên bindest bi ser ketiye û wiha berdewam kir: "Ev serkeftin a hemû gelan, rengan û baweriyan e. Ev serkeftin a kedkar, karker û kesên keda wan hatiye binpêkirin e. Ev serkeftin serkeftina kesên li Tirkiyeyê siyaset û destûra bingehîn a demokratîk dixwaze ye. Serketina kesên aştî û azadiyê dixwaze. Berî her tiştî ev serkeftina jinê ye. Me di kampanya hilbijartinê de çi got, em dîsa li pey wê ne. HDP di rastiyê de jî partiya Tirkiyeyê ye. HDP Tirkiye û Tirkiye HDP ye. Li aliyê din AKP bi gotina "Pirsgirêka Kurdan tine" li Kurdistanê têk çû. Kesên ku bi çi armancê dibe bila bibe dengê xwe dabe me, em ê ti carî wan mahçûp nekin. Em ê ji dil ji bo wan bixebitin û ji bo wan her tiştî bikin."

Demîrtaş, da zanîn ku ji vê saetê û şûn ve nîqaşên serokatiyê bi dawî bûye û wiha berdewam kir: "Nîqaşa dîktatoriyê bi dawî bûye. Ev berhemê aqilê kolektîf e. HDP wê ji niha û şûn ve ji bo gelê Tirkiyeyê tevbigere û tevlî projeyên li dijî gelan cih nagere."

Demîrtaş, ji bo hemû partî û rêxistinên ku bi wan re ketin nava îtîfaqê û hevkariya wan kir spasiyên xwe anî ziman. Demîrtaş, ji bo kesên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan, yek bi yek sersaxî ji malbatên wan xwest. Demîrtaş, bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hewldanên wî yên çareserî û aştiyê her wiha jibo neteweya demokratîk û welatê hevpar spasiyên xwe anîn ziman.

'HÊZA BAŞIYÊ BI SER KET'

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku ev hevgirtinek pir keyfxewş e. Yuksekdag, destnişan kir ku hemû gelê Tirkiyeyê hev hembêz kir û bi vê hezkirin û xweşbînî tev li hilbijartinê bûn. Yuksekdag, daxuyand ku hêza başî û mirovahiya mezin hemû êrîşên li hemberî me têk bir û hêza başiyê bi ser ket.

'GEL BI SER KET'

Yuksekdag, anî ziman ku ev serketina hemû gelan û HDP'ê ye. Yuksegdag, da zanîn ku ev serketina gelan, bindest û hemû baweriyan e û wiha got: "Hem bend hat derbaskirin û hem bend hat hilweşandin. Hêza gel ev bend hilweşand. Em dê ji bo jiyana nû bi hevre têbikşojin û qirêjiyan paqij bikin. Em naxwazin êdî wekî berê bi yek partî û yek kesî bi rê ve bibin. Em dixwazin bi hev re û piranî xwe bi rê ve bibin. Wê şax û rehên dara mezin dîsa li ser koka xwe aş bide û mezin bibe."