Li Îdirê nîjadperestiyê winda kir, aştî û biratiyê qezenc kir. HDP’ê ji sedî 56.12 deng girt û her du parlementer jî bi dest xist. Mehmet Emîn Adiyaman yê bi eslê xwe Kurd û Kiznaz Turkelî ya bi eslê xwe Azeriye, diçin meclîsê.
Azerî, Kurd û Terekemeyên li Îdirê dijîn tercîha xwe li alî HDP’ê kirin û du parlamenterên bajar girtin. Ev du demên dawî bû AKP’ê li bajar parlementer dernedixist. Yek MHP’ê û yê din jî BDP’ê digirt. Di van hilbijartinan jî HDP’ê gelên li bajar dijîn baldar girt û namzetê Azarî û Kurd nîşan dan. Namzetan gotinên nîjadperest yên MHP’ê serobino kir û hemû gel di bin sîwaneya HDP’ê de anî cem hev.
Piştî ji sedî sed sindoq hatin avekirin, li gorî encamên ne fermî, HDP’ê ji sedî 56.12 deng girt û hejmara parlamenteran derxist duyan. MHP’ê jî bi rêjeya 26.77 nekarî dengan bigire. Li aliyê din jî AKP’ê bi rêjeya 11.45’an têk çû.
Piştî hemû sindoq vebûn, namzet Mehmet Emîn Adiyaman diyar kir ku li Idîrê aştî bû ratiyê qezenc kiriye, nîjadperestiyê winda kiriye. Adiyaman got ew ji Îdiriyan re spasiyên xwe dike û got: “Gelê me tercîha xwe li alî HDP’ê kir. Tovê biratiyê hatin çandin. “
Li bajar hemû sindoq hatin vekirin û li gorî endamên ne fermî dane wihane:
HDP: 56.12 (54 hezar û 165 deng)
MHP: 26.77 (25 hezar û 841 deng)
AKP: 11.45 (11 hezar û 56)