Li Amedê gel diherike ber avahiya edliyeyê
Piştî bidawîbûna jimartina dengan, piraniya dengên li bajêr anîn Edliyeya Amedê.
Piştî bidawîbûna jimartina dengan, piraniya dengên li bajêr anîn Edliyeya Amedê.
Piştî bidawîbûna jimartina dengan, piraniya dengên li bajêr anîn Edliyeya Amedê. Bi sedan welatî jî hatin ber avahiya edliyeyê. Li Çewlikê jî polîsên tîmên taybet li ber edliyeyê bicih bûn.
Li Amedê piştî bidawîbûna jimartina dengan, kîsên dengan anîn edliyeyê. Li ser vê yekê girseya gel herikî ber avahiya edliyeyê. Avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Sekna gel a li ber avahiyê dewam dike.
Li Çewlikê jî kîsên dengan ji dibistanan anîn Edliyeya Çewlikê. Li bajarê ku di dema dengdayînê de leşker û cerdevanan gelekî zext dikirin, balkêş e li ber edliyeyê tîmên taybet hatine bicihkirin.