Di pîrozbahiyên li Geverê de 6 kes birîndar bûn
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de li Geverê hat pîrozkirin. Lê belê ji ber ku pîrozbahî ji kontrolê derket, 6 kes birîndar bûn.

Li gelek herêmên bajêr gel bi konvoyan serketina HDP'ê pîroz kir. Lê belê ji ber gulereşandina hin kesan a ber bi hewayê ve 4 kes bi fîşekên li wan ketî birîndar bûn. 2 kes jî ji ber ji wesayîtê ketin birîndar bûn.
Birîndar Fahrî Yuce, Dîlan Alper, Batîr Yildirim, Adalet Oztekîn û welatiyê bi navê Tahsîn ê paşnavê wî nehat zanîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û rewşa wan baş e.
Li ser banga rêveber û parlamenterên HDP'ê gel xwe ji kolana bingehîn vekişand û li nava kolanan pîrozbahiya xwe dewam dike.