Polîsên xwe li serketina HDP'ê ranegirtin êrîşî gel kirin
Gelê li Wanê serketina HDP'ê pîroz kir, li êrîşa polîsan rast hat.
Gelê li Wanê serketina HDP'ê pîroz kir, li êrîşa polîsan rast hat.
Gelê li Wanê serketina HDP'ê pîroz kir, li êrîşa polîsan rast hat. Piştî ku HDP'ê benda ji sedî 10'an derbas kir û zêdeyî 78 parlamenter bi dest xist, gelê Wanê herikî kolanan.
Girseya gel bi fîşekên hewayî û lêdana kornayan, serketina hilbijartinê pîroz kir. Lê belê polîsan li kolana Mereşê dest li gel werdan.
Ji ber aloziya rû da, Hevserokê HDP'ê yê Wanê bi otobusa hilblijartinê hat kolanê, ji gel xwest ku dawî li pîrozbahiyan bîne û bang kir ku sibe saet di 16:00 de beşdarî pîrozbahiya li Parka Mûsa Anter bibe.
Li ser vê yekê pîrozbahiyên gel bi dawî bûn.