Li Swîsreyê gelan bi gerandina govendê serketin pîroz kirin
Bi serketina HDP'ê re gelên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Swîsreyê dijîn daketin qadan û bi gerandina govendê serketin pîroz kirin.

Piştî ku HDP'ê bend derbas kir û li Swîsreyê weke partiya yekemîn a serketî ji sindoqan deket, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû bajarên Swîsreyê yên lê dijîn daketin qadan. Gelên ku encamên hilbijartinê li Navendên Civaka Demokratîk şopandin, bi zelalbûna derbasbûna HDP'ê ji bendê re bajarê lê ne, veguherandin qada şahiyê.
Di serî de Zurîch, Basel, Bern, Lozan, Cenevre, Frîboûrg, Bîel, Neûchatel, La Chaûx-de-Fonds li gelek bajaran, bi hezaran kes daketin qadan, bi konvoya ji wesayîtan li nava bajêr geriyan û li kolanên herî qelebalix ên bajêr govend gerandin.
HDP LI SWÎSREYÊ PARTIYA YEKEMÎN E
Di vê navberê de, li Swîsreyê HDP bi rêjeya ji sedî 50 a dengan re bû partiya yekemîn a li Swîsreyê. Vê yekê hîn bêhtir gelên li Swîsreyê kêfxweş kir.