HDP’yiyan wezîfedarê deng didizî girtin
Li Mersînê wezîfedarekî sindoqan ê hewl dida torbeyekî dengan ji avahiya edliyeyê derxe ji aliyê gel ve li ber edliyeyê hat girtin.

HDP’yiyan bûyer ji Hevşaredarê Akdenîz Fazil Turk re ragihandin û torbe teslîm kirin. Piştî YSK’ê der barê wî kesî de girtek amade kir alozî bi dawî bû.
Dîsa li di bûyereke din de li cihekî 500 metre dûrî edliyeyê welatiyên kesê bi torbeyekî dengan bi polîsekî re dimeşiya dîtin, xweavêtin ser torbe û dest danîn ser. Kesê torbe pêre bi alîkariya polîs reviya. Lê gel nehişt. Gel bi vî kesî û yê polîs re heta avahiya Edliyeyê meşiyan. Dema wezîfedarên HDP’ê bi torbe re xwestin bikevin edliyeyê polîsan ew asteng kirin, li ser vê yekê ku alozî derket, piştî parêzer ketin navberê û girtek amade kirin alozî bi dawî bû.