Serketina HDP'ê li Ewropayê tê pîrozkirin

Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de, li bajarên cuda yên Ewropayê tê pîrozkirin.

Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de, li bajarên cuda yên Ewropayê tê pîrozkirin.

NURNBERG: Li Vîlla Leon a bajarên Elmanya Nurnbergê, pêkhateyên HDP'ê û Kuridstanî civiyan û bi coşeke mezin derbasbûna HDP'ê ji bendê pîroz kirin.

DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê, encamên hilbijartinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, hat şopandin. Girseya gel a li vê derê dirûşmên "Em HDP li Meclîsê" diqîrin.

LÎNZ: Li bajarê Awûstûrya Lînzê, serketina HDP'ê ya hilbijartinê hat pîrozkirin. Girseya gel bi konvoya ji wesayîtan, serketin pîroz kir.

BÎELEFELD: Li bajarê Elmanya Bîelefeldê hejmareke zêde mirovên ji gel û baweriyên cuda, piştî serketina HDP'ê dest bi pîrozbahiyan kirin. Girseya gel li Meydana Keselbrîngê civiya û bi gerandina govendê serketina HDP'ê pîroz dike.

DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê, gel dest bi pîrozbahiyan kir. Serketina HDP'ê bi Elmanan re tê pîrozkirin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, bi qasî 300 kes li ber dahol û zirneyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn û bi gerandina govendê serketina HDP'ê pîroz kirin. Girseya gel bi konvoyeek ji 100 wesayîtî ket hundirê bajêr û li Kostablerwache dest bi pîrozbahiyan kir.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, HDP'yiyan bi aşkerabûna encamên destpêkê yên hilbijartinê re kêfxweşiya xwe bi gerandina govendê nîşan dan. Bi sedan kesî li ber dahol û zirneyê govend gerandin û fîşekên hewayî teqandin. Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qîriya.