Li Qers û Erdexanê HDP bû partiya yekemîn

HDP'ê li bajarên Kurdistanê AKP têk bir û li Erdexan û Qersê jî encamên surprîz bidest xist.

HDP'ê li bajarên Kurdistanê AKP têk bir û li Erdexan û Qersê jî encamên surprîz bidest xist. Li van her du bajarên ku piraniya sindoqan hatin vekirin û deng hatin jimartin, HDP bû partiya yekemîn.

HDP li Kurdistanê gelekî ji AKP'ê bihurî. Li Erdexan û Qersê jî encamên surprîz bi dest xist. Li Qers û Erdexanê HDP bû partiya yekemîn. HDP li Qersê bi rêjeya ji sedî 43,21 a dengan re 2 parlamenter, AKP jî bi rêjeya ji sedî 26,00 parlamenterek derxist. Li Erdexanê jî HDP'ê bi rêjeya ji sedî 41,51'ê parlamenterek, AKP'ê jî bi rêjeya ji sedî 22,84'an parlamenterek derxist.