Li Agirî serketina HDP’ê hat pîrozkirin

Li Agirî hemû sindoq hatin vekirin. HDP’ê ji sedî 78.2 deng stend û 4 parlamenter şand Meclîsê.

Li Agirî hemû sindoq hatin vekirin. HDP’ê ji sedî 78.2 deng stend û 4 parlamenter şand Meclîsê.

Li Agiriyê piştî hat bihîstin HDP’ê ji 4’an 4 parlamenteran dişîne Meclîsê li her çar aliyên bajêr bi dirûşmên, “Bijî HDP”, “Bijî Serok Apo”, “Vir Kurdistan e ji vir derketin nîne”, “Bijî azadiya Kurdistan”, “Deşta Agirî hêlîna Apociyan”,  “Em HDP em diçin Meclîsê” pîrozbahiyan destpê kir.

Piştî pîrozbahiyan Parlamentera Agirî ya HDP’ê Leyla Zana ji ANF’ê re axivî û got: “Destpêkê pêwîst e mirov Birêz Ocalan pîroz bike. Tevayî gelên li Tirkiyeyê pîroz bike. Tevayî pêkhateyên me yên li Kurdistanê û bi taybet Agirî pîroz bike.”