HDP'ê ji Stenbolê 11 wekîl derxist

Li Stenbolê ku ji sedî 99 ê sindoqan vebûye, HDP bi rêjeya ji sedî 12.43 ê dengan re 11 parlamenteran ji vî bajarî derdixîne.

Gel, bawerî û bindestên Stenbolê û bajarên herêma Marmarayê bi HDP'ê re gotin jiyana nû. Li Stenbolê ku ji sedî 99 ê sindoqan vebûye, HDP bi rêjeya ji sedî 12.43 ê dengan re 11 parlamenteran ji vî bajarî derdixîne.

Ji herêma 1. a Stenbolê HDP bi rêjeya ji sedî 10.58 ê dengan 3 parlamenteran, ji herêma 2. a Stenbolê bi rêjeya ji sedî 12.35 ê dengan 3 parlamenteran derdixîne. HDP li vî bajarî herî zêde ji herêma 3. parlamenteran derdixîne. Bi rêjeya ji sedî 14.50 re HDP 5 parlamentera ji vir derdixîne. HDP bi vî rengî li Stenbolê bû partiya sêyemîn û MHP li dû xwe hişt.

Di vê navberê de HDP ji Bûrsayê jî namzeta xwe ya rêza 1. Asiye Kolçak dişîne Meclîsê.