Wekîlên jiyana nû: Aştiyê qezenç kir
Namzetên HDP’ê yên Stenbolê yên li Maseya Krîzê ya Herêma 3. hilbijartinan dişopînin gotin: "Serketina gelên Tirkiyeyê ye” û “Aştiyê qezenç kir.”
Namzetên HDP’ê yên Stenbolê yên li Maseya Krîzê ya Herêma 3. hilbijartinan dişopînin gotin: "Serketina gelên Tirkiyeyê ye” û “Aştiyê qezenç kir.”
Li gor encamên ne fermî wê HDP’ê bi nûnertiya “Jiyana Nû” 11 parlamenteran ji Stenbolê bişîne Meclîsê.
Namzetên HDP’ê yên Stenbolê yên li Maseya Krîzê ya Herêma 3. hilbijartinan dişopînin gotin: "Serketina gelên Tirkiyeyê ye” û “Aştiyê qezenç kir.”
Pervîn Bûldan bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP’ê yên di pêvajoya hilbijartinê de û got: "Tevî hemû hîleyên AKP’ê jî gelên Tirkiyeyê bend derbas kirin.”
'JIYANA BI HEV RE QEZENÇ KIR'
Garo Paylan, got: “Em bawer bikin ku tevayî partiyên siyasî ji vê encamê ders derxe.”
Alî Kenanoglu jî diyar kir dibe ku ji ber vê sedemê desthilatdarî êrîşên qirêj pêk bîne û got: “Ez bang li tevayî hevalên xwe dikim xwedî li dengan derkevin.”
Levent Tuzel jî got: “Gelê me li aştî, biratî û keda xwe xwedî derket.”
Beyza Ustun jî diyar kir ku wê ji bo avakirina aştiyê bixebitin.