BI DÎMEN

Êrîşên 24'ê Tîrmehê û bersiva gerîla

Gabar konsepta şer a bi 24'ê Tîrmehê re destpê kir ji ANF'ê re nirxand û got, "Li hemberî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, berxwedana gel a li qadên xwerêveberiyê û çalakiyên gerîla bi ser ketin."

Dewleta Tirk di 24’ê Tîrmeha 2015’an de, li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa herî berfireh a hewayî pêk anî bû. Li hemberî van êrîşan, gerîlayên PKK'ê çalakiyên girîng lidar xistin. Yek ji ji fermandarên gerîla yên di koordîneya van çalakiyan de cih girt, Ozgur Gabar e. Gabar pêvajoya bi 24'ê Tîrmehê re destpê kir ji ANF'ê re nirxand û got, "Li hemberî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk, berxwedana gel a li qadên xwerêveberiyê û çalakiyên gerîla bi ser ketin."

'AKP'Ê XWEST, GEL Û GERÎLA TESFIYE BIKE'

Gabar anî ziman, pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin dewleta Tirk bi êrîşên 24’ê Tîrmehê ve dawî lê anî û pêvajoya beriya êrîşan wiha vegotin; "Beriya dijmin erîşa 24’ê Tîrmehê destpê bike bi her awayî êrîş li ser Rêberê me û gel hebûn. Dewleta Tirk ji bo hebûna gel tine bike ji aliyê kontra ve qetlîam li Kurdistanê de kir. Destpêkê xwestin ji aliyê siyasî ve gel bêdeng bikin, piştre jî bi tinekirina gerîla ve encam bigirin. Serokatiya me ji bo aştiyeke mayînde hewldanên dîrokî meşandin. Lê, dewleta Tirk li hember vê  helwestek neyênî nîşan da û dev ji planên xwe ên qirêj bernedan. Di nava du salên pêvajoya çareseriyê de, bi hezaran qereqol, kalekol çêkirin. Leşkerên xwe bicihkirin. Erdogan, ji bo ku li ser me êrîşan pêk bîne bi her awayî amadekariyên xwe pêk anî. Ev ji milê tevgera me ve dihate dîtin. Raste wek rêgez me êrîş nedikir lê, bi her awayî em di nava amadekariyên êrîşên gengaz de bûn. Dijmin hemû plan, amûrên xwe yên tesfiyekirinê xist meriyetê. Me jî weke gerîlayên Kurdistanê amadekariyên xwe yên leşkerî dikirin. Siyaseta Erdogan, ya tinekirin û qedandinê ji xwe heta 24’ê Tîrmehê bênavber li Kurdistanê didomiya."  

'ME DI PÊŞÎ DE ZANÎBÛN WÊ ÊRÎŞ BÊN KIRIN'

Gabar destpêkirina êrîşan bi vî awayî anî ziman; "Roja 24’ê Tîrmehê jî bi awayekî berfireh li her cihê gerîla êrîşên hewayî pêk anîn. Bi teknîka herî pêşketî hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve êrîş kirin. Lê gerîla ji vê zêde zerar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşîde xwendibû. Li gorî wê jî tedbîrên xwe girtibû. Gerîla bi vîn û baweriya xwe bê eman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare gerîla biqedîne berê xwe da gel. Bi dehan gundên dikevin herêmên parastina medyayê xistin hedefa xwe. Li qendîlê gelek sivîl şehîd xistin. Di esas de armanca dewleta Tirk ne tenê gerila tine bike, armanca ew bû her Kurdekî welatparêz û zanebûyî qetil bike”   

'LI ZAGROSAN DEWLETA TIRK LI BIN KET'

Gabar ragihand, li hemberî êrîşên dewleta Tirk gerîla jî ketiye nava tevgerê û got, "Gerîla şerekî fedayiyane meşand û di encamê de derbeyên giran li dijmin xist." Gabar her wiha anî ziman ku bi taybetî, li çyayê Zagrosan êrîşên berfireh li hemberî gerîla pêk anî. Gerîla jî bi vîna xwe ew êrîş şikandin û axaftina xwe wiha domand; "Hemû eyaletên gerîla lê dimîne, li hember êrîşên dijmin çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên berfireh û encamgir bûn. Artêşa Tirk benda bersivek wiha nebû. Derbeyên giran xwarin. Ez dikarim bêjim artêşa Tirk li beramberî çalakiyên gerîla şikestinek mezin jiya. Ew artêşa ku ji tîmên teybet pêk dihatin, bi taybetî hatin perwerdekirin ew jî şikestin. Çiyayên Zagrosê ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve gelekî girg bû. Mirov dikare pişta xwe bide çiyayên Zagrosê û her êrîşa dijmin bişkîne. Rêze çiyayên Zagrosan di nava sê sînorên Kurdistanê de ne.  Çiyayên wê asê ne.  Ji bo wê jî hem ji bo me hem jî ji bo dijmin girîngiyek xwe mezin heye. Li Zagrosê gerîla derbeyên mezin li dewleta Tirk da.  Dijmin jî herî zêde xwest li vê herêmê gerîla asteng bike. Ji bo ku çûn hatina gerîla qut bike ji xeta Heftanîn heta Şemzînan xwest bigire bin kontrola xwe. Bi vî awayî gerîla di Başûr de bêhêz bike, bê qewet bihêle, tine bike." 

Gabar wiha domand; "Qeleqol dihatin çêkirin, gir dihatin girtin, rê dihatin firehkirin, li gelek cihan eraziyên gel ji dest dihatin derxistin û leşker li wan deran dihatin bi cihkirin. Me jî li çiyayên Zagrosê amadekariyên xwe wek çeper, çek û cebilxane û hwd dikirin. Me bi şev û roj amadekarî dikirin heta ku em teknîka dijmin vala derxin û me vala derxist. Ji bo wê jî di dema êrîşan de me bersivên xurt dan. Li ser van esasan bi pêngava li ser navê Şehîd Reşît Serdar re hemle hate destpêkirin. Hemû heval û fermandarên cihê xwe di vê hemla şehîd Reşît de girt ked û berxwedanek mezin dan. Bandora vê pêngavê jî hem aliyê taktîk û moral de mezin bûn.  

'GELIYÊ DOSTKÎ'

Gabar anî ziman ku yek ji cihê herî zêde dijmin tê de kuştî da Geliyê Dostkî bû û wiha berdewam kir;  "Roja 14’ê Tebaxê çalakiya Geliyê Dostkî hat destpêkirin. Ji xwe piştî 24’ê Tîrmeh’ê Geliyê Dostkî ji aliyê dijmin de hatibû girtin. hevalan hatin û çûyîna dijmin, rêyên erzak û lojistika dijmin hemû qutkirin. Hakimiyeta gerîla li ser erazî çêbû, kontrola erazî kete destê gerîla. Dijmin bê fonksiyon ma. Êdî nedikarî ji qereqolê de derkeve. Tenê şevê bi Skorskiyan dihatin û diçûn. Heta agahî ji me re dihat leşker li pir cihan birçî mabûn. Diçûn pêwîstiyên xwe yên rojane bi darê zorê ji gel digirtin. Hem milê leşkerî hem siyasî ketin nava aloziyek mezin. Digotin, ‘'ev çi ye?' Ji ber ku hesabên wan ên malê ne li gorî yê sûkê bû."
Gabar nirxandina xwe wiha domand; "Li Zagrosê jî rêyên ku diçûn Şemzînan, Colemerg û Wanê hatin bêkêrkirin. Li gelek cihan qereqolên li kêleka cadê bûn, nedikarîn venêrîn bikin. Di 14’ê Tebaxê de, ji ber ku ev rewşe ji xwe re qebûl nekirin berê xwe dane gerîla. Li ser herêma Mêrgezerê, Çarçela, Geliyê Dostkî operasyon lidar xistin. Destpêkê bi bombeyên fosfor, fuzeyên aqil bi rojan êrîş kirin. Piştî wê operasyonên erdî xwestin bikin. Lê belê, dijmin nekarî bikeve Gelî. Roja 14’ê Tebax’ê li Gelî, konvoya dijmin kete kemînê. Gelek erebeyên wan yên zirxî hatin tinekirin. Dîsa leşkerên ku xwestin ji bo teqwiye werin me nehişt bikevin qadê. Hevalan êrîş li ser wan jî kirin.  Di encamê de qederek kûştiyên dijmin çêbûn. Mînak çalakiya di destpêkê de 20 kuştiyên leşkerên Tirk çêbûn."

'MÊRGEZER'

Gabar, got yek ji herêma duyemîn ku bû qada şerê dijwar jî herêma Mêrgezerê bû. Li ser wî şerî jî Gabar ev tişt anî ziman; "Li herêma Mêrgezerê şer berfireh bû. Di şerê di vir de bi dehan kuştiyên dijmin çêbûn. Hevalan qederek cebilxana dijmin desteser kirin. Şerê li vê qadê ji sibehê heya êvarê berdewam dikir. Êrîşên wan li vê qadê jî hatin şikandin. Di şerê vir de jî 30’î zêdetir kuştiyên dijmin çêbûn û cebilxane hate girtin. Ew erebeyên zirxî û qaşo leşkerên wan ên teybet ku ewqas di televizyonan de, propagandaya wan dikirin û digotin; ev leşker li bin nakeve, hemû pûç bûn. Yekîneyeke wan a taybet ji bo teqwiyê hat, lê nekarîn tiştekê bikin. Hemû leşkerên xwe wisa hiştin û reviyan. Wê demê 30 esker bûn, lê ji wan eskeran 20 hatin kuştin. Yek hevalê me jî di vî şerî de birîndar nebû. Gerîla hem dijmin li bin xist hem jî rewşa xwe ya heyî xurttir kir."

'BI TAKTÎKÊN GERÎLA ÊRÎŞ HAT ŞIKANDIN'

Fermandar Gabar di dewama axaftina xwe de anî ziman, ku gerîla bi taktîkên şerê gerîla êrîş têk biriye û wiha dewam kir: "Piştî 14’ê Tebaxê heya zivistanê êrîşên dewleta Tirk li Zagrosê û bi taybetî li eyaleta Cîlo kêm nebû.  Ne tenê li Zagrosê hemû derên Kurdistanê êrîş hebû. Gerîla li herêmên gerîla bi taybetî jî Geliyê Dostkî taktîkên gerîla yên weke ‘Sabotaj, Sûîkast, çekên giran, xwe berdana nav, êrîş’ pêk anîn. Gerîla wisa li qereqolê ser sînor kiribûn nedikarîn ji çeperan serê xwe rakin. Hemû ceyranên qereqolan hatibûn birin. Leşkeran pir caran ji gel re digotin; 'bila rêyên erzaqê me vekin, ceyrana me nebirin, em şer nakin.' Bi çekên giran heta payîzê vî şerî dewam kir. Dijmin, bênavber teknîka xwe bi kar anî. Bi rastî jî carna me digot; 'Gelo, du dewlet li beramberî hev teknîkek wisa bi kar tînin, li wî welatî kevir li ser kevir namîne. 'Yanî bi wî awayî êrîşên dijmin çêbûn. Li hemberî xwezaya Kurdistanê jî ewqas bi kîn bûn, cihên gerîla lê nebûn, bi bombeyên fosfor lê dixistin, dişewitandin. Ez dikarim bêjim xwezaya Kurdistanê an go Kurd’an qetil dikirin.”  

'DIJMIN KONTROLA ŞER WINDA KIR'

Ozgur Gabar da zanîn, leşkerên Tirk li hemberî ruhê fedayî û şêwazê şerê gerîla kontrola xwe bi temamî winda kir û wiha behsa wê rewşê kir; "Ji bo ku em careke din êrîş bikin me dest bi amadekariyan kir. Dewleta Tirk wexta dibêjin Oremar, rojeva wan tê guhertin. Ji ber ku li qereqola Oremarê pir kuştiyên wan çêbûn. Gelekî li bin ketin. Ji bo ku amadekariyên gerîla asteng bikin, derdora hemû cadeyên Geliyê Dostkî, bi şev û roj bombardiman dikirin.  Hinek dol hebûn, rojê 20-30 qazan lê didan. Ne tenê bi balafiran, bi topên obus û qatûşan lê didan. Êdî ji bo hevalan lêdana ewqas top û bombeyan ji rêzê dihat. Tê digot qey şerê cîhanê yê sêyemîn dihate meşandin di wan gelî newalan de. Çavên wan sor bûbûn. Lê tevî hemû çavsoriya wan, hêzên me derbên giran li wan didan û êdî ew nedikarin bi kontrol êrîş bikin. Hem milê siyasî hem milê leşkerî êdî bê kontrol ketin tevgerê. Ji ber ew ne li benda bersiveke wiha tund a gerîla bûn. Yanî wê çawa dewleteke dagirker a weke Dewleta Tirk li hemberî gerîla li bin bikeve, ji xwe re ev hezim nekirin. Çawa ku di Kurdistanê de şikestin, êdî bê kontrol êrîşî her derê kirin." 

Gabar wiha dewam kir; "General bi xwe ji bo ku moral bidin leşkeran raste rast tevlî oprasyonan dibûn. Rewşa wan a leşkerî nebaş bû. Leşkerên wan şer nedikirin. Ditirsiyan. General bi xwe hatin û neçar man şer bi koordîne bikin. Hêzên derve anîn.  Ew polîsên teybet anîn. Li ser vê esasê êrîşên hewayî zêdekirin. Seran serî Geliyê Dostkî dan ber xwe û girtin ber bomberkirinê.  Nedigotin gundî hene nînin, sivîl li van deran dijîn an na, bi berfirehî lê didan. Piştî van êrîşan qaşo moral didan xwe û digotin gerîla tesfiye bûye. Di sabotajê de bê-kêr bûne, çeper hemû xera bûne, em ê heta qereqola Oremar biçin. Rastî jî gelek cih, ji ber lêdanê nedihat naskirin. Lê ev nedihat wê wateya ku gerîla qedandine."

Gabar ragihand, ku ew li gorî pîvanên gerîlatiyê tevgeriyane, lewma windahî nedane. Gabar got, "Ji ber ku em li gorî pîvanên gerîla tevdigeriyan teknîka dijmin tev vala hate derxistin. Dijmin dîsa kete tevgerê, lê wekî berê nedikarî rehet werin. Ji ber ku derb xwaribûn. Destpêkê gundî dişandin, tedbîr digirtin. Ji xwe wan dizanîbûn her derên wê di bin kontrola me de bana.  Li gorî wê jî heval diketin tevgerê.  Bi sebir nêzîkatî jî çêbû.

'CIHÊN STRATEJÎ DI DESTÊ GERÎLA DE BÛN'

Gabar her wiha ji bo antîpropagandayên dewleta Tirk yên wekî; ‘me qadên gerîla girtiye’ got, hemû derew bûn û bi tenê herêmek ku gerîla lê nebû girtibûn. Gabar, wiha anî ziman: "Piştî êrîşên hewayî dijmin, ji hem milê Oremarê hem jî ji milê Şitazan xwest were. Qada Mêrgezerê bi temamî girtin. Qadek zozan û vala bû. Ji ber ku heval li wir nebûn hate girtin. Li gorî êrîşên xwe digotin, ‘ne gengaze ku gerîla sax ma be.’ Wexta dihatin pêşiya wan teyarê lê didan. Qedeme bi qedeme dihatin. Li pişt wan jî erebeyên zirxî dihatin. Dijmin 6’ê Îlonê kete nava tevgerê. Xwest qadên di bin kontrola me de ne bigire. 3 rojan çekên giran û hwd. ceriband. Her sê caran jî gerîla êrîş li ser wan kirin û di encamê de vekişiyan Li gelî şer bi awayekî giran didomiya. Di vî şerê sê rojan de me ti windahî nedan, birîndarekî me jî çênebû. Teknîk vala hate derxistin, bi dehan leşkerên hatin kuştin. Ew konvoya li milê Oremar û Geverê dihatin nekarîn werin."

'GAV BI GAV BINKETINA ARTÊŞA TIRK'

Fermandar Ozgur Gabar wiha axaftinên xwe domand; "Fermandarekî wan ji ber xwe ve hatibû operasyonê Lê têkçûna xwe ji bîr kiribû. Megafonek girtibû destê xwe gazî hevalan dikir. Digot; ‘werin teslîm bibin em zerer nadin we...’ Ew kurmay, yarbayê ku wisa digot hat ser mayîna hevalan. Hîn gotina wî di devê wî debû, hevalan mayîn teqandin. Gotina wî di devê wî de ma. Ew qomûtan jî 5-6 sal bû fermandartiya leşkerên qereqola Oremarê kiribû. Ji xwe yê herî bitecrûbe bû.  Gel û gerîla nas dikir. Bi dehan caran derdiket televizyonê, propaganda dikir.  Lê hevalan erebeya wî ya zirxî û qobrayek îmhakirin. Piştî wê erebeyek din hate îmhakirin. Xwestin ji aliyê Sinewa werin leşkerên xwe ji nava destê hevalan de xelas bikin. Tank anîn hevalan tanka wan jî îmha kirin. Wekî din êrîş hate kirin. Bi dehan erebeyên zirxî anîn lê, her car hevalan nehiştin werin. Êdî ketibûn nava şoqê, nekarîn tiştekê bikin."

'DIJMIN BOMBE LI LEŞKERÊN XWE JÎ DIBARAND'

Gabar şerê ku bi mehan domiya û dewleta Tirk ji raya giştî vedişart şîrove kir û wiha got; "Artêşa Tirk ewqas perîşan bû cenazeyên xwe negirtin. Tenê ji bo ku gerîla çekên wan desteser neke, nede televîzyonê, erebeyên xwe zirxî bombebaran kirin. Cenazeyên kêleka erebeyan hemû bi wî agirî şewitandin. Digotin gerîla wisa kiriye lê, derew dikirin. Wan bi fuzeyên cebilxana xwe dan bi agir û pêre jî cenazeyên leşkeran şewitandin. Tenê ji bo teknîk nekeve destê gerîla serî li van şêwazan dan. Ji ber ku dewleta Tirk pir derewker e. Kuştiyên wan gelek bin jî dibêjin; ‘kuştiyên me nîne.’ Ji xwe Erdogan, bi rêya rusipiyan xeber dane me ku em canezeyê wan bidin. Ew dewleta Tirk ya ku xwedî teknîkek mezin û qaşo nêzî mîlyonek leşker û polise ketibû vê halî. Rewşekî pêkenok bû. Di halekî wisa de bû nekarî cenazeyê xwe bigire. Bi rêka sivilên wan gundan xwestin cenazeyê xwe bigirin.  Gel hat me hevdîtin kirin. Ne ji bo Erdogan, ji ber xatirê gelê ku hatî me cenaze dan.

"Me qederê 10 çek li ser dijmin rakirin. Sê, çar A4 ên li ser qobrayan, kirpiyan hatin imhakirin. Qederê 10 çekên din hatin îmhakirin. Ji ber ku şewitîbûn hevalan nanîn. Yên saxlem hevalan anî. Du qobrayên wan ên erdî, erebeyên zirxî û tank hatin îmhakirin. 6-7 erebeyên zirxî hatin derbekirin û leşkerên tê de hatin kuştin. Tevî ku ewqas operasyonên berfireh kirin, teknîk anîn, tîmên teybet anîn lê, dîsa jî encam negirtin. Tilğya hevalekê jî xwîn nebû. Di heman demê de li Serhedê jî çalakiyek li hember wan çêbûn. Ew otobusa Li ser rêya Îdirê hate firandin. Çalakiyên cuda jî çêbûn. Dijmin hate şikandin. Li herêma Zagrosê bi sedan leşkerê wan dihat kuştin ji bo wana girîng nebû."

'JI BO DESTHILATDARIYA XWE, ERDOGAN MIROVAN DIDE KUŞTIN'

Gabar armanca Erdogan a dijwarkirina şerê li Kurdistanê jî nirxand û got; "Erdogan dikare ji bo desthilatiya xwe kesê herî nêzî xwe jî bifiroşe. Ji bo wî kuştina leşkeran ne girîng e. Ji xwe re qebûl nekirin. Xwestin gerîla bişkînin. Ji bo ku heyfa xwe ji gel û gerîla bigire ev operasyon destpê kir. Ji bo ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi ser bixîne şer li Kurdistanê gur kir. Xwest gerîla bişkîne. Ev operasyon hinekî jî ji bo wê bû. Cenazeyên wan hîn jî cem me ne. Cenazeyê Yuzbaşiyekî wan li Çarçela veşartiye. Lê digotin nerast e derew dikirin. Ew cenaze bi nasnameya xwe hîna jî li wir e."  

'ARTÊŞA TIRK NIKARE ŞERÊ SÎNG BI SÎNG BIKE'

Gabar diyar kir ku operasyon heya biharê dewam kir û got, "Artêşa Tirk operesyonên xwe heya biharê li xeta Zagrosê domandin, lê encameke bi dest nexist. Bomberdûmaneke giran kir. Hevalên di van deran de diman, bi awayekî qehremanî şer kirin. Fedakariyên mezin çêbûn. Bi mermiyê yek hevalê me şehid nebûn. Lê di gir de bi êrîşên hewayî heval şehîd bûn. Mînak kela Weregoz ji 24’ê Tîrmeh’ê şûn de dijmin êrîşên hewayî lê dikirin. 4 heval li wî girî bûn. Bi ti awayî gir bernedan. 3 mehan hevalan li wî girî berxwedanek mezin û destanî kirin. Piştî êrîşên hewayî yên giran şikeft li ser hevalan de hilweşiya û hevalên me wisa şehît bûn. Artêşa Tirk ji ber nekarî şerê bejahî bike. Nekarî li hember gerîla şerê çekdarî bimeşîne. Ew xeyalê wan ên berê bû.  Gerîla êdî taktîkên xwe hene. Dîsa li girê şehîd Fîkret berxwedana hevalan çêbû. Mînak cilê hevalan ji ber bandora giran a bomberdûmanê ji ber wan bûbûn. Li wê derê jî 4 heval şehîd bûn. Berxwedan û destanên wisa li cîhanê kêm in. Ji xwe berê hevalan di wî girî de nêzî 20 leşkerên Tirk kuştibûn. Dijmin nedikarî bejahî ve were. Balafir li pêşiya leşkeran didan. Leşker piştre dihat. Piştî leşkerên wan hatin kUştin hevalan xwest biçin ser cenaze çekên wan bigirin. Lê dijmin hem li leşkerê xwe dan hem jî li hevalan dan."

"Di operasyonê de dijmin xwest xwe bigihîne Girê Şehîd Rehîme. Li wir jî hevalê Azad şehîd ket. Wî şerî jî bi qasî 10-15 rojan ajotajot. Di wir de berpirsiyarê qereqola Oremar û qereqolên din Yarbayek hatin kuştin. Leşkerê Tirkan ketibû rewşeke wisa yarbay ketibû pêşiyê ji bo cesaret bide leşkerê xwe.  Ew gir neket. Dijmin tevî ku teknîk gelekî bi kar anî jî, nekarî bixe."

'LI ÇARÇELA QEHREMANÎ'

Gabar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê gerîla li herêma Çarçela meşandî û wiha got; "Dijmin di televizyonan de got me herêma Çarçela girtiye. Em ê ala xwe biçikînin, lê derew bû. Herêma Çarçela ne tenê girek e, pir girên xwe hene. Tenê xetek ser qereqola Şitazan diçe ser qereqola Oremarê. Ew xet jî di destê me de nebû. Me negirtibû. Hinek ji herêma me dûr bû, eraziyek mahkum bû. Gerîla di qadên mahkûm de namîne yên hakim de dimîne. Ji bo me pir zêde baş nebû. Di şerê 3 mehan de, dijmin ew cih girt, ew jî ji Sitazên destpê dike heta Delta diçe. Ji bo ku Girê Şehîd Rahîme bigire tenê ew girtibû. Çarçela neket çeperên xwe parast, hevalên li wir berxwedanek mezin meşand. Madem girtine çima îro artêşa Erdogan, ne di Çarçela de ye. Eger dijmin ketiba Çarçela HDP 1’ê Mijdarê bend derbas edikir. Ev zelal e. Serketina xwe ya leşkerî, siyasî bi hevdure girêdayî ye. Piştî 98’an cara yek dewleta Tirk bi vê hejmarê tevlî operasyonan dibû. Berê bi hejmara zêde dixwestin gerîla tesfiye bikin. Teknîka wan zêde pêşketî nebû. Lê vê carê hem teknîk hem hejmar zêde bû. Leşkerê Tirk pir giran şikest."

"Berî her tiştî wan Mehmetçîk bû. Lê îro hemû leşkerên xwe tezî dikin berdidin nava wan kuçeyan. Serê wan jêdikin. Wextê ji wê demê re şahidî kir. Dîrok jî şahidî kir ku li hemberî ewqas êrîşên mezin, ên ku li bin ket, artêşa Tirk bû. Îro jî derkete holê ku rezîl bû. Bi xwe leşkerê xwe bê ar kirin. Generalên xwe rezîl kirin. Temenê wan jî kurt e. Gerîla ji her demê xurttire, ji vir şûn de jî wê serketinên mezintir bi destbixe. Bila gelê ji vê heqîqeta gerîla piştrast be."