Îmak: Divê bi her şert û mercî em li Ozgur Gundemê xwedî derbikevin

Hulya Îmak tevlî kampanyaya piştevaniyê ya ji bo Ozgur Gundemê bû û got, "Di her şert û mercî de, di her rewşê de em ê xwedîderketina xwe bidomînin.’

Nobeda piştevaniya li Ozgur Gundemê berdewam e. Hulya Îmak ku bernamekara TV 10’ê ye nobet dewr girt, tevlî civîna rojnameya rojevê bû û têkildarî manşetan nirxandin kirin.

Îmak diyar kir, ew ji rêvebertiya weşanê ya Ozgur Gundemê bêhtir weke xwendevaneke rojnameyê hatiye û piştevaniya xwe diyar dike û wiha got, "Ji ber ku beriya her tiştî ez xwendekara rojnameyê me. Min tim dizanîbû rojnameyên din wê me nenivîsin lê Ozgur Gundem wê weke her carê bibe dengê me. Teqez wê bibe dengê çewisandiyan."

Îmak da xuyakirin, ku pêdiviya her kesî, ya kesên ku biryara berhevkirina wê didin, yên ku lêpirsîna girtina wê didin despêkirin jî heye û got, "Me mînakeke vê şeva darbeyê jî dît. Me dît ku rojnameyeke azad çendî girîng e. A rast ev rojname ji bo wan jî pêdiviyek e."

'GEL NÎN IN'

Îmak têkildarî manşeta îro ya rojnameyê jî nirxandin kirin, ji bo "Li vir demokrasî nîn e" ya li ser civîna lîderan a li Qesrê ev gotin, "Ji bo me yên çewisandî, manşeta ku me danî, 'li vir demokrasî nîn e'..A rast li vir Kurd nîn in, jin nîn in, Elewî nin in, bi qutebirî ti beşên çewisandî nîn in."

Rojnamevan Hulya Îmak wiha dom kir: "Ev nûçe wêdetirî diyarkirina nebûna demokrasiyê, divê ev wêne wekî nebûna gelan were xwendin. Ev awira dîroka komarê ya li hemû gelan e. Ev wêne wêneyê dema ji niha û pê de ye. Em ê di her rewş û şertê de li rojnameyê xwedî derbikevin. Ozgur Gundem a gel e."