Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin

Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol, xwişk û birayê Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan îro careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Piştî hewldana darbeyê, hemû serlêdanên parêzeran û malbatê bi bahaneyan hatin redkirin. 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî, hevdîtina di nava dema Rewşa Awarte de qedexe kiribû.

Li hemberî vê biryara dadgehê, parêzeran jî dabûn xuyakirin, ku heta pêkhatina hevdîtinê ew ê serlêdanên xwe bidomînin.