Yildirim ê HDP'yî: Di bin navê 'protestoya darbeyê' de êrîşê dibin ser Elewiyan
Hin komên ku bi banga Erdogan derketine derve êrîşê dibin ser Elewiyan. Li ser vê Wekîlê HDP’ê Behçey Yildirim ev mijar bir Meclîsê.
Hin komên ku bi banga Erdogan derketine derve êrîşê dibin ser Elewiyan. Li ser vê Wekîlê HDP’ê Behçey Yildirim ev mijar bir Meclîsê.
Wekîlê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim têkildarî hewldanên provaktîf ên li ser civaka Elewî, ku piştî hewldana darbeyê rû dan, pirsnameyek da.
Yildirim bi daxwaza ku Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala bibersivîne pirsnameyek da û bi bîr xist, piştî banga Serokkomara Tayyîp Erdogan, hin komikên ku derketin derve Elewî ji xwe re kirine hedef.
Yildirim got, "Li hin taxên Stenbolê yên wekî Gazî, Okmeydanî, Nûrtepe, Gulsûyû û Armûtlû, hin komên di nav girseya protestovanên darbeyê de, bi provokasyonê xwestin êrîşê bibin ser Elewiyan." Yildirim got, hin kesan tekbîr anîne û gotine, "Partiya AKP li vir e, Elewî kanîn?"
Yildirim got, "Di bin navê protestoya darbeyê de, li şûna ku nobeda demokrasiyê bigirin, hin komên bi niyeta provakasyonê bi konvoyan derbas bûne û li tax û kolanên ku welatiyên Elewî bêhtir lê dijîn sixêf û dijûn kirine, her wiha li taxan tacîz kirine bi ser welatiyên Elewî ku temînata demokrasî û wekheviyê ne û dîsa armanca kirine ku welatiyên Elewî ji nedîtî ve werin û wan dereke bikin."
'WE LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN?'
Yildirim xwest ku Wezîr Ala bersiva van pirsan bide:
"Ev komên ku êrîşê dibine ser Elewiyan ji kê pêk tên û vê wêrekiya xwe ji kê digirin?
Ji ber ku êrîşê nebin ser taxên Elewiyan ên ku di bin tehdîdê de ne, çi tevdîr hatine standin?
Der barê kesên ku êrîş anîne bi ser Elewiyan de ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?
Têkildarî mijarê ti agahiyeke îstîxbaratî çûye ji yekîneyên ewlekariyê yên Malatya û Taxa Gaziyê re? Ku çûbe, tiştek hatiye kirine?
Li taxên Elewiyan kesên ku êrîş kirine hatine tespîtkirin? Ku hatibin tespîtkirin ev kes kî ne? Ev kes bi çi armancê çûne taxên Elewiyan?
Li bajarên wekî Meletî û li taxên ku Elewî lê pir in, pêşgiriyên ewlekariyê hatin standin? Ji ber ku komkujiyên wekî Çorum, Meraş, Sêwasê û Meletî careke din ne yên jiyîn, ji hêla wezerata we ve ti tevdîr hatine standin?"