Lînca di dema tepisandina hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê derket holê, leşkeriya bi darê zorê caeke din xist rojevê. Ji leşkerên bi fermana fermandarên xwe ji leşkergehan derketin û hatin binçavkirin 1.200 serbest hatin berdan. Li gorî îfadeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, beşeke mezin a leşkeran nizanîbûn ji ber çi ji leşkergehan derketine. Ji hinekan re jî hatibû gotin "tatbîqat tê kirin."
Halîl Savda yê ku çûyîna leşkeriyê bi rengekî wijdanî red kir, encamên hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji aliyê leşkeriya bi darê zorê ve nirxand.
Savda yek ji wan mirovên li dijî kirina leşkeriyê derketiye û ji ber ku ev mafê xwe yê wijdanî bi kar anî demeke dirêj li girtîgehê hat girtin, îşkence lê hat kirin û gelek doz li hemberî wî hatin vekirin.
Savda da xuyakirin, ku hebûna artêşê xwe dispêre sîstema "ferman-fermandariyê" û anî ziman, leşker nikarin fermana fermandarên xwe red bikin. Savda destnîşan kir, ku leşker bi darê zorê diçin leşkeriyê û got, "Eger pereyê wan hebûya, wê piraniya wan bi dayîna pere neçûna leşkeriyê yan jî bi berdêl bikira. Yan jî eger alternatîfa reda wijdanî hebûya, ciwanan wê li saziyeke cemaweriye ya sivîl xizmet bikira."
MAFÊ LEŞKERAN NÎNE DI NAVA ARTÊŞÊ DE TIŞTEKÎ RED BIKE
Savda bibîr xist, ku ji ber leşkeriya bi darê zorê, bi sedan mirov bi darbekariyê tên sûcdarkirin yan jî bûne hedefa lînckirinê û got, "Mexdûrên herî mezin ên vê hewldana darbeyê, leşkerên ji ber leşkeriya ji neçarî çûne leşkeriyê ne. Ji ber ku ti mafê wan nîne li nava artêşê li dijî tiştekî derkevin. Şensê wan ê neçûna leşkeriyê nîne. Di nava artêşê de mafekî we nîne ku hûn li gorî vîna xwe tevbigerin. Nikare bi vîna xwe li dijî darbeyê derkeve. Ez nabêjim leşkerên mecbûrî yên di nava darbeyê de cih girtine, bêguneh nînin. Ji van leşkeran dibe ku hinekan wê şevê sivîl jî kuştin. Lê belê sûcekî bi vî rengî hebe jî, lînckirina wan tiştekî nebaş bû. Hin leşker hebûn ku dema ji nava tankê hatin derxistin, çongên wan dilerizîn. Hin ciwan hebûn ku dema hatin binçavkirin ji kameramanan re digot 'kekê nekişîne, bila dayika min nebîne'. Ciwanên 19-20 salî. Ev dîmen, sûcdarkirina 1.200 leşkerên hatin berdan weke darbekaran, encama sîstema leşkeriya ji neçarî ye."
TIŞTA KU EV 30 SAL IN EM DIBÊJIN, CAREKE DIN PIŞTRAST BÛ
Halîl Savda da xuyakirin, ku daxwaza "leşkeriya bi darê zorê rakin û mafê reda wijdanî nas bikin" a redkarên wijdanî û antî mîlîtarîst ev 30 sal in dibêjin, careke din piştrast bûye û got, "Lê belê ti amadekariyeke hikûmetê ya ji bo qedandina leşkeriya ji neçarî nîne. Her wiha qet qala mafê neçûna leşkeriyê jî nake. Di ser re radibe qala biçekkirina gel dike."
Savda anî ziman, piştî hewldana darbeyê wê meyla ciwanan a çûyîna leşkeriyê kêm bibe û got, "Hêvîdar im wê hejmara mirovên naçin leşkeriyê zêde bibe. Ji ber ku hewldana darbeyê, rîskên leşkeriya bi darê zorê raxist pêş çavan."
DIJBERÊN DARBEYÊ BI QÎRÎNA DIRÛŞMA REDKARÊN WIJDANÎ MEŞIYAN
Savda diyar kir, dirûşma "Tankên paşayan nikarin bi gel" a di şeva darbeyê de li kolanan hat qîrîn, dirûşma redkarên wijdanî ye û got, "Li Eskîşehîrê dema Vedat Aydemîr dihat darizandin, me ev dirûşme diqîriyan. Xwediyê vê dirûşmê redkarên wijdanî ye. Mirov xwedî li vê derketin. Ji ber ku dîtin artêş gefek li hemberî mirovan û demokrasiyê ye. Hêvîdar im wê AKP jî dest ji polîtîkayên ewlekariyê yên artêş û polîsan xurt dike, berde. Lê ji ragihandina Rewşa Awarte jî tê fêmkirin, niyeteke xwe ya bi vî rengî nîne."
EZ LI DIJ IM KU ÎŞKENCE LI FERMANDARÊ ÎŞKENCE LI MIN KIR BÊ KIRIN
Savda dîmenên îşkenceyê yên li leşkerên bi darbekariyê tên sûcdarkirin bi bîr xist û destnîşan kir, ku li kê bê kirin jî îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Savda ragihand, li girtîgeha dîsîplînê ya jê re "dîsko" tê gotin, leşkeran îşkence li wî kiribûn û got, "Di doza leşkerên îşkence lê kirin dihatin darizandin de min got, 'divê pêşî li vê îşkenceyê bê girtin. Lê ez naxwazim ew fermandar bê ragirtin û tişta bi serê min hat bi serê wî bê.' Ez nizanim ew fermandar niha li ku ye. Lê eger îro îşkence lê tê kirin, hingî ez ê li dij derkevim. Ji ber ku îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye."
DIVÊ LEŞKERIYA BI DARÊ ZORÊ JI HOLÊ WERE RAKIRIN
Savda bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê, ku dibêjin hê xeteriya darbeyê heye û got, "Eger ev xetere heye, bila ciwan neçin leşkeriyê. Eger ciwan naxwazin weke darbekar bên sûcdarkirin an jî weke darbekar bên lînckirin, wê demê divê neçin leşkeriyê. Ti kes jî ji îro û pê ve nikare ji dayik û bavekî re bêje zarokê xwe bîne leşkergehê. Hêvîdar im wê dayik û bav kurê xwe nebe leşkergehê, hêvîdar im wê kes neçe leşkeriyê. Bi zêdebûna hejmara neçûna leşkeriyê re, ez bawerim wê leşkeriya bi darê zorê jî ji holê were rakirin."