'Em jî sond dixwin, ku em ê Eylem Ataşê bînin xaka wê'

Şervana Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Eylem Ataş (Cemre Heval) ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ev 29 roj in malbata wê nikare cenazeyê xwe werbigire.

Cenazeyê Eylem Ataş (Cemre Heval) a di Pêngava Rizgakirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, ji 27'ê Hezîranê û vir ve nadin malbata wê. 

Hêzên Jinên Azad der barê mijarê de daxuyanî dan û got; "Eylemê, dema li dijî çeteyên zordar, qetlîamker, tecawizkar û îşkencekar şer dikir û ji bo sekinandina AKP a faşîst a hevkarê DAIŞ'ê li ber xwe dida, jiyana xwe ji dest da."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Çawa ku Cemre sond xwar ji bo jinan, ji bo hemû bindestan biharê bîne Tirkiyeyê, em jî weke hevalên wê, hevrêyên wê û malbata wê sond dixwin, ku em ê wê bînin xaka lê ji dayik bûye û mezin bûye.

Cemre wê serketina ku koka AKP-DAIŞ'ê ji binî ve radike, ji we re bîne."