'Yên dixwazin cîhanê tevlîhev bikin, li Tirkiyeyê dicivin'

'Yên dixwazin cîhanê tevlîhev bikin, li Tirkiyeyê dicivin'

Bajarê bendergeh ê bakurê Lubnanê Trablûs, hefteya derbasbûyî bûbû cihê bûyerê şîdetê. Tê gotin ku Serokê Komeleya Îkra Şêx Bîlal Dokmak ê weke berpirsyarê sereke yê bûyeran tê dîtin, reviyaye Tirkiyeyê.

Ji rojnameyên sereke yên Lubnanê Es-Sefîr, di nûçeya xwe ya agahiyên wê dispêre çavkaniyên leşkerî de ragihand, ku di encama tedbîrên hêzên artêşê de li bajarê Trablûsê komên çekdar nema dikarin çalakiyan lidar bixin.

Artêşa Lubnanê ku bi dehan endamên komên çete yên hewl didan bajarê Trablûsê ji bin kontrola dewletê derxîne girt, li mala serkêşê van koman Şêx Bîlal Dokmak ê reviya Tirkiyeyê lêgerîn kir û gelek çek û cebilxane desteser kir.

Rojnameya Es-Sefîr da zanîn ku Bîlal Dokmak ê bi anîna Şêx Ehmed el-Esîr û koma wî ji bo Kobanê dihat sûcdarkirin, xizmê wezîrekî û rayedarekî ewlekariyê ye.

Di lêgerîna li mala Şêx Bîlal Dokmak de 50 bombeyên destan, 20 kalaşnîkov, gelek cebilxane û rokêt hatin desteserkirin.

Bîlal Dokmak der barê çekên hatin desteserkirin de ji Tirkiyeyê ji medya Lubnanê re axivî û îdîa kir ku çekên li mala wî ji şerê navxweyî yê Lubnanê mane û di rewşeke nayê bikaranîn de ne.