Viyana got, 'Kobanê rûmeta mirovahiyê ye'
Viyana got, 'Kobanê rûmeta mirovahiyê ye'
Viyana got, 'Kobanê rûmeta mirovahiyê ye'
Li paytexta Awûstûrya Viyana bi hezaran kes beşdarî çalakiya bi armanca piştevaniya bi Kobanê re bûn.
Di mîtînga pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyana de hat lidarxistin gelek parlamenter, rêxistin û sazî jî beşdar bûn.
Mîtînga ku rastî eleqeyeke zêde ya çapameniya Awûstûrya hat dirûşma, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ hat gotin.
Di mîtîngê de parlamenter Bêrîvan Aslan diyar kir ku, wê li hember komkujiyeke li dijî gelê Kobanê bêdeng nemînin. Parlamenter Nîkî Kunrath jî behsa çavdêriyên xwe yên li Kurdîstanê kir.
Di çalakiyê de axaftvanên din jî bal kişandin ser bihêzkirina piştevaniya ji Kobanê re.