UNESCO: Tunekirina cihên dîrokî ji aliyê DAIŞ ve nayê qebûlkirin

UNESCO: Tunekirina cihên dîrokî ji aliyê DAIŞ ve nayê qebûlkirin

Gerînendeya Giştî ya UNESCO Irîna Bakova, tunekirina cihên dîrokê yên Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve şermezar kir. Bakova, diyar kir ku DAIŞ li deverên di bin kontrola xwe de cihên çandî tune dike.

Gerînendeya Giştî ya UNESCO  Irîna Bakova, anî ziman ku li Iraqê bi hezaran perestgeh, avahî û sîteyên arkeolojîk hene. Bakova diyar kir ev berhem ne tenê yên Iraqê, mîrasa çandî ya mirovatiyê ye û got, “Ev medeniyet, di encama êrîşên hovane de tên tunekirin. Em nikarin qebûl bikin.”

Bakova da xuyakirin ku divê tavilê bikevin nav hewldanan û wiha dewam kir, “Eger dîrok nîn be nasname jî nîn e.

Çeteyên DAIŞ li herêmên di bin kontrola xwe de gelek mîrasên dîrokî rûxandin. Di nav van mîrasên dîrokî de dêr û û nivîswar jî hene.