Tirkiye muzakere nake, Îran kamyonan mor dike

Tirkiye muzakere nake, Îran kamyonan mor dike

Dewleta Tirk ku dema TIR’ên Îranê derbas dibin heqê derbasbûna transît ji wan werdigire, bersiva dewleta Îranê dereng nema. Ji ber alî li hev nakin wê bibe sedema ku kesên bi karê neqliyeyê debara xwe dikin mexdûr bibin.

Êdî TIR’en Îranê dema derbasî Îranê dibin wê mazot û benzîna erzan nikaribin bikirin. Serokê Saziya Veguhastinê ya Îranê Muhammed Cevad Itirçiyan, got ku biryar girtine ji niha û şûn ve, mazot û benzînê nedin kamyonên Tirkiyeyê.

Itirciyan ê der barê krîza kamyonan a di sînorê Tirkiyye û Îranê de agahî da, anî ziman ku rêveberiya Enqere biryareke neqanûnî wergirtiye, heqê derbasbûna kamyonan a transît du caran zêde kiriye û lewma li sînor pirsgirêk derxistiye.

Itirciyan da xuyakirin ku di vê mijarê de rêveberiya Enqereyê nêzî muzakereyan jî nabe, li şûna wê daxwaz kiriye ku depoyên kamyonên Tirkiye mor bike, Îran jî li gor vê plansaziyan dike.