Selîm Sadak hate destgîrkirin
Parlementerê berê yê DEP’ê Selîm Sadak dema ji bo îfade bide çû Edliyeya Amedê hate destgîrkirin.
Parlementerê berê yê DEP’ê Selîm Sadak dema ji bo îfade bide çû Edliyeya Amedê hate destgîrkirin.
Di operasyona hemwext a 19'ê tebaxê roja tayînkirina qeyûman de polîsan li 29 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn û 418 kes destgîrkiribûn.
Polîsan heman rojê bi ser mala parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak de jî girtibûn û Sadak ne li malê bû. Sadak ku di derbarê wî de biryara lêgerînê hebû çû Edliyeya Amedê îfade bide.
Dema Sadak çû Edliyeya Amedê ji aliye polîsan ve hat destgîrkirin. Polîsan Sadak, birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polisan a Amedê.