Parlamenteriya Can Atalay hat desteserkirin

Li Meclîsê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî erka parlamenterê girtî Can Atalay hat desteserkirin. Dema Bekîr Bozdag biryar xwend, deftera Destûra Bingehîn hat avêtin.

Parlamenterê girtî Can Atalay ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) du caran biryara berdana wî da, lê ji ber biryara Dadgeha Bilind nehat berdan, parlamenteriya wî ji aliyê Meclîsê ve hat desteserkirin.

Piştî axaftinên alîgir û dijber jatin kirin, biryara Dadgeha Bilind hat xwendin. Parlamenterên DEM Partî, TÎP, CHP û Partiya Saadetê dema biryar hat xwendin ber bi dîwanê ve meşiyan. Li vir parlamenteran Alîkarê Serokê Meclîsê Bekîr Bozdag ê ku biryar xwend, bi çepik û dowîzên "Ji Can Atalay re azadî" û "Îradeya gel" protesto kirin. Di vê navberê de hat dîtin ku deftera Destûra Bingehîn avêtin Bozdag. Di vê kêliyê de televîzyona Meclîsê weşana xwe ya zindî rawestand.