Îran cenazeyên 4 Kurdên darvekirin nade malbatên wan
Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja Duşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, radestî malbatan nayên kirin.
Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja Duşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, radestî malbatan nayên kirin.
Li gorî nûçeya medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rayedarên Îranê ji malbatên 4 ciwanên Kurd ên hatine darvekirin re gotine ‘li benda cenazeyan nemînin’.
Heman çavkanî ragihand ku rejîma Îranê cenazeyên 4 ciwanên Kurd ên hatine darvekirin li cihekî nediyar veşartin û ji malbatên wan re gotine ku li benda cenazeyan nemînin.
Piştî darvekirina 4 Kurdan, li çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê li dijî rejîma Îranê bertekên tund hatin nîşandan.