Komeke DAÎŞ’î li kampa Holê êrîşî ekîba tomarkirinê kir

Komek çeteyên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê dimînin, êrîşî cihên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. Êrîşkaran xwestin konan bişewitînin. Di encama mudaxeleya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bûyer hate kontrolkirin.

Qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD û YPJ’ê, li Kampa Hol a rojhilatê Hesekê dabû destpêkirin, didome.

DAIŞ’iyên li kampê dimînin, êrîşî peywidarên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku noqteya kontrolê bişewitînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku nehiştin êrîş zêde bibin, li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her aliyê kampê kon vedan.