ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.
- Agahî ji aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr nayê girt ku Norwêwê ew roja 4'ê Tîrmehê bi rengekî nehiqûqî radestî Tirkiyeyê kiribû. Tevî israra malbatê û parêzeran, rayedarên emniyetê agahiyê nadin. Malbata Taşdemîr bi fikar e.
- Bendava li Farqînê ku 9 sal in tê çêkirin dema ku qediya wê Geliyê Godernê yê li navbera navçeyên Farqîn, Lice, Pasûr û Hezroyê di binê avê de bimîne. Bendav wê 50 gundên li herêmê jî di binê avê de bihêle.
- Li gundê Hacikaş ê navçeya Erdîş a Wanê, ji Dêra Hac a Ermenî tenê çend bermayî mane.
- KCDK-E ji bo 21. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan ku 14'ê Tîrmehê wê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
- Plana nû ya bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer ve hate amadekirin û deriyê welêt li penaberên nû digire, li gelek bajaran bi xwepêşandana hate şermezarkirin.